Hewlêr: Festîvala Cegerxwîn dest pê kir

bi çavdêriya serokê hukûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna wezîrê kulture yê herêmê Felekedîn Kakeyî, sekreteê PB-ya PDK Fzil Mîranî û jimarek ji berpirsên hizbî, hukmî û gelek hunermend, nivîskar û rewşenbîrên ji her çar perçeyan û ji derveyî welat, li Hola Pêşewa ya li Hewlêrê, festîvala helbestvanê mezin ê kurd Cegerxwîn bi nsernavê "Kî me ez?" dest pê kir. Di merasîma vekirina festivalê de mesajên nivîsarê navdar yê bi binyad kurd Yaşar Kemal û serokê şaredariya mezin a Diyarbekîrê Osman Baydemîr jî hatin xwendin.

Festîval bi pêşkêşkirina çend parçe musîqa û srûdan ji aliyê Grûba Musîqeyê ya Dihokê û gotina çend stiranan dest pê kir. Paşê waliyê Hewlêrê Newzad hadî di gotarekê de kêfxweşiya xwe derbirî ku li keşûhewayeka azad û demokrat de helbestvanê mezin ê kurd Cegerxwîn tê bibîranîn.

 Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Îzedîn Mistefa Resûl jî di gotara xwe de got:” Ez kêfxweş im ku di salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên kurd de em Cegerxwîn bi bîr tînin.”

 Ji bo helbestên Cegerxwîn Resûl got:”Cegerwîn di helbestên xwe de hewl daye ku bi çend ziman û zaraveyan binivîsîne. Bi wî awayî xwastiye neteweyên cihê, ji azar û êşên ku li gelê kurd hatine kirin, haydar bike.

 Birîkarê wezareta kulture yê Iraqê Fewzî Etrûşî jî di gotarekê de qala helbestên Cegerxwîn kir û got:” Cegerxwîn ji bilî ku ji bo êşên gelê xwe helbest nivîsandiye, di heman demê de helbestvanekî rexnegir bû.”

Wezîrê kulture yê herêmê birêz Kakeyî jî di gotareke kurt de di şoreş û bizava edebî û hunerî a kurdî de rola Cegerxwîn bilind nirxand.

 Her weha di merasîma vekirina festivalê de mesajên nivîsarê navdar yê bi binyad kurd Yaşar Kemal û serokê şaredariya mezin a Diyarbekîrê Osman Baydemîr jî hatin xwendin.

Yaşar Kemal di mesaja xwe de palpiştiya xwe bo doza kurd dûpat kir û destxweşî li sazkarina festivala Cegerxwîn kir. Osman Baydemîr jî di mesaja xwe de ragihand ku ji ber karên şaredariyê nikariye di festival de amade be û ji ber wê yekê jî xembariya  xwe nîşan da, serkeftin ji amadekar û beşdarên konferansê re xwest.

 Berî nîvaro pêşangeyeka ji eşyayên taybetî û destnivîs û belgeyên Cegerxwîn û yke jî ji resimên wênekêşên Koye hatin vekirin.

 Piştî nîvro Saîd Melle, Kerîm Şareza, Rizoyê Osê û Umer Farûq Yakdaş raporên xwe li ser jiyan, berhem bîrûbawerî û rola Cegrxwîn rawestiyan piştre hin ji amadebuyîyên guhdar jî fikr û têbînîyên xwe derbirrîn.

Festîval dê 3 rojan dom bike.

Di roja duduyê a Festîvala ”Kî me ez” a şairê mezin ê neteweyî yê kurd de cardin program û ahengeka birêkûpêk û coş hat pêşkêşkirin. Roja duduyê piştî nîvro serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Fuad Husên serokê dîwana serokatiyê amadeyî festîvalê bû û guhdariya panelîstan kir.

 Sibeha roja duduyê ya festîvalê bi baleyeka bi navê ”Şepolî pepûlekan” (Pêla minminîkan) destpêkir. Baleyê şoweka gelek xweş a bi mane pêşkêşî beşdaran kir.

 Piştî baleyê panelekê li ser jiyan berhem û aliyên cuda yên xebat û fikrên Cegerxwîn hat pêşkêşkirin ku Dr. Kamiran Berwarî bi semînera Cegerxwîn Şairê Hizr û Tevgera Neteweyî, Selwa Gulî bi semînera Jin Di Helbestên Cegerxwîn de, Konê Reş bi helbesteka xwe ya li ser Cegerxwîn, Şewket Sindî bi semînera Çi bû sedema Cegerxwîn nasnavê ’Cegerxwîn’ hilgire Perwîz Cîhanî bi navê Evîna Yar û War di Helbestên Cegerxwîn de amade bûn.

Panela piştî nîvro jî ji bal Alî Şemdîn, Newzad Abdullah Bamernî (îdeolojiya di Helbesta Cegerxwîn de), Arjen Arî (Dîmenên Hunerî di Helbestên Cegerxwîn de) Ehmed Hepo (Bandora helbestÊn Cegerxwîn li ser Kurdên Rûsyayê).

 

 

www.rekeftin.com -- الوفاق الصفحة الرئيسية 

اخبر صديقك: