(barana şevên rijî)  ji hekîm ehmed re

ciwan nebî 

di bin navê {barana şevên rijî} de ji çapxaneya el-zeman li sûriyê û bi çapeke bedew dîwana yekem ya helbestvan  {hekîm ehmed} bi zimanê kurdî derket, hînde ew li ser not û şeş rûpelên xwe radihêje bîst  û du hebestan...

{ barana şevên rijî} helbestên wê xwendinin di şevine ku rola tewrî mezin ji henteşiya demê ji wan re bû, û xuya dibe ku {hekîm }pirr caran gund cihekji van şevan re hilbijartiye ,û di seqayên gund de dixebite, di tiştên wî de jî da bi wêneyên  helbestên xwe û bi zimanê xweyî sade wan binivîse,zimanekî çendî bi rambûn û jîrbûn {hekîm} pê re daye û sitandiye,   zimanekî bi rastî ava kirinek bû ji jîwara{ hekîm} re, lewra zimanê kêlîkên wî bû

û ew jî xweş nivsîkar bû ji wan re.

tiştê balkêş di vê dîwanê de ew kûrbûna haye,

ku nîgaşê mijûl dike,kûrbûneke ber bi nexuyayê de na gindire bi qasî ku ew xebitandineke di wateya afirîde û derdorê de, hînde jîwarî bitevî ne jîwariyê dibe bo di encamê de jîwara grek be

erê eve tiştê ku {hekîm} di helbestên xwe de kirî,                                    ev helbestên ku gereke bi rexin û hezkirin werin xwendin.   li dawî hêjayî gotinêyê ku ez bêjim : { barana şevên rijî}bi pênûsa helbestvan{ emîr hisên} hatiye wergerandin zimanê erebî jî û werger di bin çapê deye.

ji dîwanê em helbesta {sitem} hildibijêrin;

 

 

 

 ev şev şiyar ma

li benda çirûskekê

lê her kûr dibû tarî dibû

kûûr dibû tarîî dibûû

kûûûr dibû tarîîî dibû

helbesteke kor

destê  xwe …

dipelandin

li welatekî..

bi qasî sînga te

lê xaçerêkên tariyê..

ew gihandin..

zindana MEMO

şev xilmaş dibû..

dixewixî..

berbangeke tarîtir

şevê

tariya xwe..

ji xwe kir

û di nav livîna ehreman de    

 zarokek wê çê bû

nav lê kir:

{sitem}.

 

 

 

www.rekeftin.com -- الوفاق الصفحة الرئيسية 

اخبر صديقك: