|
Daxuyanî Derbarê kuştargeha Qamişlo Êvara roja (20-3-2008) alavên ewlekariya sûriyê agir bi rengekî hema hema berdan ser hinek welatiyên kurdên sûriyê yên bêtawan li taxa rojava ya Qamişloyê, di encam de çar kes şehîd ketin û heft kesên din jî birîndar bûn, sedem jî ew bû ko wan cejina xwe ya neteweyî Newroz pîroz dikirin, ev cejina qedexkirî li sûriyê, di riya vêxistina mûman de û hinek parçên lastikê li ser hinek kolanên taxê wekî derbirîneke aştiyane ji wateya boneya dîrokî re. Piştî vê tawanê di cî de hemû riyên ku têne bajêr û jê derdikevin hatin girtin, û hêzên artêşê û hêzên parastina ewlekariyê û tevahiya şaxên alavên ewlekariyê yên naskirî hatine belavkirin, tiştê ku niyaza zerer gihandina daniştiyên Qamişloyê yên mêrxas tekez dike û arezûya tolsitendina ji xelkên wê yên kurd, evên ku li dijî fitneya rêjîma dêspotîzmê û destdirêjiyên desthilata tepeser derketin û pilana rêjîmê ya peydekirina şer û nakokiyan di navbera welatiyan de û gurkirina nakokiyên nijadperestî têk birin. Bûyerên Qamişloyê tekez dikin ko rêjîm berdewame di siyaseta têkbirina yekîtiya niştimanî û zêdekirina dîktatoriyetê ta radeya bikaranîna tawanên nijadperestî û binpêkirina prensîbên mafên mirovan, di gel berdewamkirina zîndanîkirin û lidûvçuna welatperweran li seranserê welêt û nêzîkbûna tund ji hevbendiya îranî li ser asta herêmê li dijî vîna gelê sûriyê û ereb û cîhanê bi giştî. Her weha, rêjîma tepeser berdewame di warê bikaranîna kiriyarên terorîstî û dijatîkirina tevgera demokratîk ya gelên îraq û felestîn û piştgirtina hêzên dijayetiker yên li dijî lêgaletî û diyalog û hevtêgihştinê di welatên navçê de. Belê rêjîma dîktatorî û şovînî piştgiriya tundrew û hovan dike û piştgiriya alîgirên cenga sivîl û çeteyên dagirkeriya gorepanên giştî li lubnanê dike û li dijî hêzên lêgaletiyê li lubnanê derdikeve û agir bera welatiyên ko kêfxweşiya xwe bi vêxistina mûman derdibirin li Qamişloyê dide. Gelê kurd yê di bindestê dîktatoriyê de li sûriyê ko rastî binpêkirina rojane tê û ro bi nîvro tê kuştin, ev gelê ko bingeha opozisyona niştimaniya sûriyê pêktîne bi hêviye ji hevpişkên xwe yên niştimanperwerên erebên sûriye ko ew dengên xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe derbibirin, û helwesta çarenivîsa hevbeş bidin, û niha û di pêşerojê de li gel vîna kurdan ya guherîna demokratîk û ji holê rakirina rêjîma dêspotîk rawestin. Gelê Kurd ê ko dikaribû opozisyona niştimanperwer bihêz bike li seranserê welêt hêvî dike ko welatparêz û demokratxwazên erebên sûriyê tiştê ko li Qamişloyê û navçên kurdî niha diqewime û tiştê ko dê rojên bê ji encam û bizavên aştiyane yên çaverêkirî çêbibin bihejmêrin ne wekî bûyerên navçeyî yên dûr ji rewşa giştî ne, lê belê wekî derbirîneke berz ji nepejirandina dêspotîzmê û li hember derketina wê bi rengekî aştiyane û cemawerî. Ji ber vê yekê divê danûsitendin li ser vê bingehê were kirin û were têgihştin li ser asta welêt û were belavkirin li ser asta seranserî sûriyê dako bibe isyaneke sivîl di çarçoveyeke aştiyane û niştimanî û demokiratîka rast de. Me berê jî gotibû ko çi bûyereke li navçên kurdî biqewime li dijî dêspotîzmê bigire ji rabûna adarê beriya çar salan heta tu bighe kuştargeha Qamisloyê ya niha, her wisa daxwazkirina bidestxistina mafên neteweyî yên rewa dê bi rûyekî kurdî be û bi naverokek niştimanî û asoyek guherîna giştî be. Ev yeka bi hewceyî piştgirî û alikariyê ye ji aliyê tevahiya hêzen azadî û aşîtiyê ji dostên gelê sûriyê di navçê û cîhanê de, bi taybet welatên nermliv yên ereb yên ko ji wan tê xwestin ko boykota zîrveya şamê bikin wekî şermezar kirinekê ji tawanên rêjîma sûriyê derheqê gelê xwe de û mil girtina wê ji teror û kiriyarên tundûtîjiyê di seranserê welatên navçê de. Di dema ko em xwîna şehîdên kurd û opozisyona niştimaniya sûriyê bilind dinirxînin û sersaxiyê ji kesûkarên wan re dixwazin, lê tiştê ko çirûska hêviyê geş dihêle ewe berdewambûna berxudanê li dijî destpotîzmê û ji holê rakirina dîktatoriyetê bi hemî şeweyên aştiyane yên rewa, bi alîkarî û piştgiriya dostan û azdîxwazan di cîhanê de, û rêgirtina li ber hinek gurûpên kurdî û erebî yên hevkar bi alavên rêjîmê re ko nikaribin berxudana saxlem ji rê derxin yan beravêtî bikin û bikarbînin ji bona berjewendiyên xwe yên taybet wek ko hinek ji wan biserketin dema rabûna adarê beriya çar salan. Di heman demê de, em banga yekîtiya refan dikin û biserxistina berjewendî û vîna cemaweran û berjewendiya niştimaniya bilind.
21-3-2008 Selah Bedredîn Endamê Emîndariya giştî ya Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê
|