|
Gotina koçika qamişlo di bîranîna damezirandina partî de
Aamadeyên hêja
Hevwelatiyên bi rûmet Yek saliya partî li pey yobîla zêrîn li hemî gelê kurd pîrozbe , ..berew yobîla elmasî. 51sal dibûrin li ser saz kirina kurdayetîyê bi hevsaneke hevçerx û şaristanî û bi riftareke zanistî . Damezrandina partî destpêkeke neheng bû ji damezrandina welatekî re ku tenahî û aştî têde cêwîbin , Di temenê xweyê bûrîde partî di navbera veşartin û hişkereyê de bi xebata xwe gelek ked encam da .. û tevlî wê dema tariya ku têde û dest helata paşverû ... û nebûna teknîkê , bi têkdana dest û tilyên rewşenbîran û pala û cotyaran û serokê wan pêlewanê rewşenbîran Dr.NÛREDDÎN ZAZAkarîbûn di navbera xwîn û xwêdan û xakêde êkla bikin , û pira di navbera can û cangoraniyê de damezrênin,û guhartinên mezin û lîl (mustehîl )bikin mina guhartina zindana mezzê .. ji zindanê bikin dibistana derçûna pisporên wêjeyî di derbarê taybetmendiyên çandî de . Ji van pêngavên wan yên mezin û şaristanî metirsiyeke mezin dilê dujminên mirovatiyê girt û nexasme derbasbûna xelkê kurd bi refan di nav rêzên rêxistina tifal de , ta ku bingiha wê ferehtir bû ji partiya desthilatdêr (be,is) yak u neçarbû ji vemirandina çiraya wêya azadîşan ta ku jimara girtiyên partî di zindanên faşistan de bihtir ji 5000partîperwer digel destgêrkirina serkirde û serekê wan , ûbi hemi hêza xwe peya bû ji vê dozêre ta ku hêza xweya leşkerî bi tangên xwe ve peya kirne bajarê AMÛDA xwe ragir û kevnar de , Ji xelat kirina vê partiya ku di rûyê dagirkerên firensawî de berevanî kirî dema bingeha qayimqamiya qamişlo hate topbaran kirin bi gulletopên firensawî û desthelata sûrî tirsonek û newêrek ma, serekê vê partiyê Dr.NÛREDDÎN û birayê xwe Dr.NAFIZ beg bi alîkariya kesayetiyên kurd can û xaka xwe qurtalkirin ( inqaz ) bi ragihandina rawestana şerî . Tevlî vêqas heybeta xwe tenê partî xwest peyama xwe ya mirovantî dabeşbikê bi biryara xwe ya hilbijartina serok nûreddîn ji bo berleman û di gel wêjî peymandariya kurdayetî ji aliyê dî ve nehate qebolkirin û behremendê (mureşih) kurdan girtî hiştin di zindanê de herdû rojên hilbijartinê Îro ev derbara ava li ser zaniest û mafperweriyê û rewşenbîriyê hêjî li ser piyên xwe ye û berdewame li ser rêbaza nemir barzanî û bi kar û xebate jibo pêşe rojeke gulîn 14 /6/ 2008 Koçika qamişlo ya çandeyî
|