|
Gotina gurûpên rewşenbîrî di salvegera yekemîn ya koçkirin seydayê keleş de Rêzdaran serkirde û indamên partiya wekhevî ya dîmuqrat a kurdî li sûriya amedebûyên bi rûmet Silav û rêz : Di salvegera yekemîn ya koçkirina seyda yê keleş de em bi navê gurûp,koçik û komîtên rewşenbîrên kurd yên li herêma cizîrê (Gurûpa Tirbespiyê , Gurûpa Dêrkê, Gurûpa hesekê ya rewşenbîriya kurdî, Baxê jinên dêrikê, Pirtûkxana çarçira a çanda kurdî , Dîdargeha girikê legê ya rewşenbîrî , Komîta çalakiyên kurdewarî û Koçka cegerxwîn ya rewşenbîrî ya kurdî û Koçika qamişlo ya çandeyî )ser xweşiyê li malbata xwedêjêrazî û heval û hogirên wî dikin , û hevpişkê azar û dilêşiya wene . Xwîşk û biraiyên hêja : digel ku ev kombûna me tevan îro li vî cihî bi ne amadebûna hevalê me yê giranbuha seyda yê keleş cihê êş û dilkovaniyê ye , lê mirov pê dilxweş dibe ku gelê me xebatkarê xwe tucaran jibîr nakê,û eger îro em dibînin ku hevalê seyda bîranîna koçkirina wî vajandine û em weke mêvan vexwendî vê bîranînê kirene em ji dil sipasiya wan dikin , dizanin ku vejînkirina bîranîna seyda ne erkê hevalê wî bi tenêye belê ev karê me ye jî weke karkerên di rêka rewşenbîrî û çanda kurdî de . Amadeyê hêja : Berya ku em keleş bi helbestvaniyê nîşan bidin pêdiviye em wî nasbikin keleşê mirov. Seydayê keleş xwedî sincin mirovatî û welat perwerî yên bilind bû di xebata xwe ya kurdînî de û di cenga xwe ya rojane de bi jiyanê re, bi zanistî û comerdî di bexşand tevlî vî erkê xwe yê rewşenbîrî. Ji sincên wî yên bilind: seyda di karê xwe yê fermanberî de wek her mamostayekî kurd ku bi erkê fêrkirin û perwerde kirina zimanê xwe yê dayikê di rabû, û di nava taxên bajarê qamişlo û amûdê de bi gavên xwe yên hûr û carna li ser motorkekî di çû û dihat, da korsên zimanê kurdî bide keç û xortên kurd û jê ne diwesta û ne dirawesta . Ne tenê di warê helbest û zimên de , belê seyda di wî temenê xwe yê pîremerdiyê de di karîbû xwe bike leşkerek ji bo erşeve kirina foliklorê kurdî , ji lewra destê gencên di temenê neviyên xwe de di girt û ew fêrî dîlan û dîlokên kurdî resen di kirin , û di warê rewşenbîrî de dest didanî ser birînê û xem xwarê pêk anîna komîtekê ji bo sendîke yan yekîtiya nivîskarên kurd bû, û ta paş koçbariya wî jî evro eger dengê keleşî bê bihîstin wê daxwaza yekîtiyê ji milletê xwe û ji nivîskarên kurd bike . Mixabin wekî îro berya salekê helbestvanekî hicrikê xatira xwe xwest . Ji lewera pêdiviye em bizanin di bîranîna zanayên xwe de çi ji me tê xwestin? û erkê me weku kes û dezgeh çine? û em şîret û daxwazên wan paş guh nekin. em bawerin rêzgirtina durist ji wan re ewe ku em ber bi ramanekî şaristanî herin dûr ji ezezîtî û serxweveçûn û dil êşanê , da ku holekê damezrênin xameyên xwe têde ji singa hevdû derxin û pênûs hemî li ser masa aştiyê daxwaza azadiya giştî bikin.
Hezar silav û rehmet li canê seydayê ziman û tora kurdî bin ser saxî û aramî ji kes û kar û malbata wî re .
Qamişlo 4 / 7 / 2008 Gurûpên rewşenbîrî yên kurd li herêma cizîrê
|