|
Helbestên
Narîn Omer Seyfedîn
(Helîma Omer)
1-Himbêz pira
Bafid
2-Rengê Fener
3-Leylanî tu
4- Mawhejîna
milî
5-Hevcivîn
6-Malzaroka
buhiştî
7-
Tilyên
hevrîşim
8-Meqamim ez
9-Mebesta min
10- Înan
11-Koçka germ
12- Têrîj
qerqaşe
13- Welato
14- Xalxalokê
15- Hêdî hêdî
16-Bêbext
17- Imza
xweziyê
18- Xewneroj
19- Tu û ez
20-çîroka mirov
21-Hey şevê
22- Peyalên vîn
23- Gur û Rovî
|
|
|
|
|
Perîxana min |
|
|
|
Xwîşka
min |
|
Diya
jiyan |
|
Ji bo
pîrozbahiya |
|
Navê te |
|
Ez
nûbarên |
|
Helbestên xwe |
|
Bi
evîniya te |
|
Di
weşînim. |
|
|
|
koçka germ |
|
|
|
|
|
Rondikê guldar Xunave |
|
Naveroka zik hinav e |
|
|
|
Lavija Oldar Buhuşt e |
|
Nasebûn û şane Nav e |
|
Derfetên mana Mirov e
|
Dayika dildar û Bav e
|
|
|
|
Şewşena ewran bi lerze |
|
Xak û Ezman bûn du gav e |
|
|
|
Formevîn xweş tên dubar e |
|
Dest hejan e ľgel silav e |
|
|
|
Za wisa işqa min û te |
|
Rewşena xemlande Lav e |
|
|
|
Ehmedê Xanê vehûn e |
|
Rêstina tora bi çav e |
|
|
|
Rast bikî mada kesan e |
|
` Yên evîna
wan çi xave |
|
|
|
Vane d’meyxana melê* de |
|
Xewnedarin Bûk û Zav e |
|
|
|
Dil wekî wan xewnedar e |
|
Xweş tu danî kûr e dav e |
|
|
|
Rast qunaxên baweriye |
|
Soz û Peyman wek Xunav e |
|
Têm bero vîna te b’bost e |
|
Dûr diçî sed bost û gav e |
|
|
|
Xurt mi girt rayên Evîn e |
|
Tew te girt alyên zirav e |
|
|
|
Wer Heval Can pêkve biçne |
|
Ravedana Dil belav e |
|
|
|
Nalenanlîna çemî re |
|
Geş dibê xmela Gulav e |
|
|
|
Çav li benda dîtina te |
|
Wek nerîna Roj li Tav e. |
|
|
|
Melê: Melayê Czîrî |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Hevcivîn |
|
|
|
Hevcivînek xweş zû dane |
|
Can u dil birçî û tî ne |
|
Lezke masa Vînê rade |
|
Torevanên wêjayî ne |
|
|
|
Name yek çengîn min şand e |
|
Xame* miştî dil can xwîn e |
|
|
|
Malpera Dil Mem Alan e |
|
Ez dibim wek Sitya Zîn e |
|
Coş u hiş kûr- kûr nalîn e |
|
Diljenoko va em tî ne |
|
|
|
Vaye em Hev alên rê ne |
|
Çare ya ba zû min tîne |
|
|
|
Zanibî ez ser Mafê xwe |
|
Har dibim harbûna dîn e |
|
|
|
Ev serî kevrek pola ye |
|
Ger didanê kumkê hîn* e |
|
|
|
Ger tu firdî ser Boraq e* |
|
Zor bera doza ew tîn e |
|
|
|
Fêr dibim Derya tu têde |
|
Lewra za çavya her şîn e |
|
|
|
Cendekêm hawar kir Can e |
|
Zor bidî gola reş- şîn e |
|
|
|
Dûr diçî koçka germ sare |
|
Ger b’hezaran rûniştî ne |
|
|
|
Rewşen û Ezmîn Dildar in |
|
Hev civînên pak Tolîn e |
|
|
|
Sih li Nîgaşa dengîn e |
|
Lez u bezkin em pir tîn e |
|
|
|
Kom civînên ahingî ne |
|
Şehnedêra lêkolîn e |
|
|
|
Deng bêjên saza van têne |
|
Xemla dengîn reng inçî* ne. |
|
*-Xame: Qelem
*-Hîn: Pola.
*-Boraq: Hespê Boraq yê ku
Pêxember
li ser firdayî li Ezmana.
* Inçî: Lolo |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Rengê Fener* |
|
|
|
|
|
|
|
Çaxê te xweş bê reng Fener |
|
ĽBejna te tê zêrîn kemer |
|
|
|
Peyvên te min girtin jiber |
|
Peyvên Evînî jê te der |
|
|
|
Hêvî dikim ľcihkî veder |
|
Rûnim mîna Mîrek Çeper |
|
|
|
Xwena Mejî reng sor u zer |
|
Jana dilî daxîne der |
|
|
|
Pêta etûne işqe her |
|
Nîva berê Canê te der |
|
|
|
Mest can kirim avête ser |
|
Ez bûm wekî lala û ker |
|
|
|
Lewra xwe parast im Qeder |
|
Mîna Birahîm dî Ezer |
|
|
|
Dilpak bibim her ez li ser |
|
Noq kim xwe Derya Qinyetê |
|
|
|
|
|
|
|
Rewşa te xweş bî wa Delal |
|
Coş nazikê Hoşîn şepal |
|
|
|
Dîtin geşê rengê Xezal |
|
Deng pir zirav Saza zelal |
|
|
|
Vîna te can kir Pîrekal |
|
Gava vexwartî yek Peyal |
|
|
|
Narîndilê nabî heval |
|
Pirsê bikî ľhalê hejal |
|
|
|
Rastî di bêjim dil li bal |
|
Can pêre nalîna dinal |
|
|
|
Şalê sipî na nakme al |
|
Hêtê ne rast nabî ti pal |
|
|
|
Çimkî dibim Zerdeştê kal |
|
Olê diparêz im ji tal |
|
|
|
Sûnda mezin Kawa û Zal |
|
Dûrnakevim ez ser Xetê. |
|
|
|
|
|
Ev Helbest li ser baskên
Helbesta/Melayê Cizîrî/ |
|
Hatiye afirandin: |
|
( Îro me dî weqtê Seher
Ew Dilbera Sundus di ber). |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
welato |
|
|
|
|
|
Welato Şeyda me xoş im |
|
Li ser Qada geş bi coş im |
|
|
|
Divim ber sînga buhuştî |
|
Çi çax û demsal bi noş im |
|
Vexum şîrava du sêvan |
|
B’hejînim her ez bidoş im |
|
|
|
Li himber kanya meya vîn |
|
Peyalên hoşînfiroş im |
|
|
|
Li gor dana canê binyad |
|
Çirûk im qels im kinoş im |
|
|
|
Xwezî ez firdim li banî |
|
Firîştek mîna Suroş* im |
|
|
|
Di baxê canê te yê xweş |
|
Kulîlkek wek Berzekoş* im |
|
|
|
Nema gazinda di berdim |
|
Ne hêtek cam yan ji poş im |
|
|
|
Ne tembelkar û ne kal im |
|
|
|
Ne Ejdemarek meqoş* im |
|
|
|
Mirovek mîna beroj im |
|
Serî germ û canexoş im |
|
|
|
Dilê Decla û Ferat im |
|
Siwarê pêlên ne boş im |
|
|
|
Dixwazim razanekî xweş |
|
Li himbêza can binoş im. |
|
|
|
*- Suroş: Cibrîl |
|
*-Meqoş: Belek |
Înan*
|
|
Bi înanî me hev nas kir
|
|
Kelem pirbûn Me derbas kir |
Sedembara Evîn saz kir
|
Dibêjî min gunehbarî?!
|
|
|
Ne pirbêjî fena* cara
|
Dinalînî wekî jara
|
Dibakî min bi sed zara
|
Te baxêvim bi çend zarî?!
|
|
Kenê şêrîn ji bîr kir tew
|
Şevên şadî hemî çû xew
|
Xwe digrînî dikî tew tew
|
Xwedî zar im tu şaşyarî!!
|
|
Kesan tînî bibin dadgar
|
Hezar sûnda didî her car
|
|