|
HESPÊ TIRWADE VÊ CARÊ LI KERKUKÊ Hemze efrini Piştî serkeftina şoreşa pîşesaziyê li rojava . oêwîstiya gelek sîstemê dagir ker bi bi vekirina bazarên nû çêbûn . ji bo bi destxistina heyberên xam . petrol û jibo mal û berhemên xwe yên zêde li wan welatan bifroşin û xêr û bêrên wan talan bikin . amêrên teknolohî bi petrolê dixebitin . lê li rojava petrol kême lewma aloziyên dijwar çêbûn yak û rê li ber derketina şerê cîhanê yekem û diwemîn vekir . di peymana Sayks Pîko 1916an û peymana bilfor di sala 1917 an de . nexşeya rojhilata navîn li gor hêzên emperyalîst hat xîzik kirin bê guman Kurdistan jî bû bi quranê wan dek û dolaban . bi taybet kerkuk ji rû bi rûyê van hesaban ma . heya roja îro jî hêzên nehênî û eşkere hesaban li ser kerkûkê dikin . Gelek caran di tilvizyona turkmenî de tê gotin : ( kerkûk bajarekî turkmenî bû û wê bajarekî turkmenî be) . hinek hêzên ereb û kesên din jî siyaseta bi vê awayî dikin . gelo ev rêxistinên tukmen vê hêzê ji kuderê digrin ? ew hêzên veşartî û eşkere piştgirya van dikin kîne ? Veşartî ji kevnareya dîrokê heya îro siyasetek çawa li ser Turkmen û kerkûkê bi rêve dibe ? dîroka turkmenan li Kurdistan û îraqê kengî derket hole û bi hêz bûn ? bê guman dema em bersivê van pirsan rast bidin berf wê bihile û gelek rastî zelal bibin . Dîrok ji bo wm van pirsgirêka zelal bikin nêrînên te der bare dîroka kurd û turkmenan bi kurtayî çine ? tu çi dibêje ? -di sala 674-z de cara yekem 4000 çekdarên Turkmen bi xelîfê îslamî re hatin îraqê . -waliyê xoresan Abdullah bin tahir 2000 çekdarên Turkmen şandin îraqê ji bo parastina berjewendiyên wan bikin
-di sala 836zde Mûtesem artêşek taybet ji turkmena sazkir û li gelek deverên îraqê belav kirin . -di qonaxa harûn el reşîd de Turkmen erkê hêşedariyê girt ji bo xurtkirina sîstema elreşîd . -cara yekem Turkmen hebûna xwe di qonaxa buweyhiyan de di sed salan 10an de misoger kirin -helek caran şah îsmaîl bi hêzên turkmenên şîî êrîş ser eşîrtên kurdan . - di sala 1408 an de komala îtîhad el tereqî gelek piştgiryên siasî abûrî û h.w.d da turkmenan wan dişandin îstanbolê ji bo xwendina xwe li zankoyên îstanbolê ber dewam bikin û ji bo pêşerojek siyasî wan amide bikin .
-li pêş şerê cîhanê ya yekemîn împaratoriya osmaniya gelek erk dan turkmenan û alîkariya wan ji hêla abûrî siyasî çandî û perwerdê kir . di encama vê de çînek arostrqat ji turkmenan derket hole . bi taybet osmaniyan girînguyek mezin dan perwerdekirina Turkmen û gelek dibîstan ji wan re vekirin . mînak : di sala 1870an de dibîstana pêşesaziyê ji wan re li krkûkê vekirin . ew dibîstana ya sêhemîn bû li ser asta îraqê osmaniya girîngî dan çapemeniya Turkmen û gelek rojname bi zimanê turkmenî dan derxistin . -piştî têkçûna osmaniya hêzên xwe ji îraqê vekişandin û li paş xwe çînek arostoqrat ji turkmenan li ser xeta (til efer givîn mexmûr altun kopru daquq tizhomatu xaniqîn mendelî çwyzanî û h.w.d ) hiştin . bi dirêjiya demê re Turkmenan desthilatdariya xwe bi her awayî bi hêzkirin . -ev siyaseta turkan berdewam kir . bi taybet piştî şerê kendavê di sala 1991 an de dewleta turkiyê êdî bi şêwazekî vekirî piştgiriya rêxistinên tukmen kir û li gor berjewendiyên xwe bi kar anîn îro ji van rêxistinan wek kaxwazek zextê li hemberî dijberên xwe bi kar tine .lewra her roj pirsgirêkên turkmenan dike rojave . Bê guman ev senaryo yên Kevin heya roja îro berdewam dike kû wêrekbûnê dide turkmenan kû bêjin :(kerkûk bajarekî turkmenîye ) . dema kû hukûmeta herêma Kurdistan û piştgirya rêxistinên kurdistanî ji kurdên kerkûkû re çêdibin rêxistinên Turkmen jê ne rihet dibin û şîkayetên xwe li asayîşên turkiyê dikin . belê xwendevanên bi romet …. Ka em binêrin dîrok çi li ser dîroka kurdên kerkûkê dibêje ?? Hinek çavkaniyên dîrokkî dibêjin peyva kerkûk ji dû peyvan pêk tê : kar =kar û kûk = resen . mezin = kerkûk = karê mezin . hinek çav kanî jî dibêjin nave kerkûk ya Kevin ( yalanê û erefa ye ) wateya yelanê û erefa ew kû bajarê ( xwedawendane) . -bajarê kerkûkê ji aliyê lolobî û mîtaniya ve di sala 3000 bz hatiye damezirandin . di nav bera wan de têkîliyên şaristanî bi hêz û resen hebûn . bê guman lolobî û hurî li kurdistanê yên herî kevnarin û hurî wek bapîrên kurdan tên dîtin û naskirin . -huriyan girîngiyek mezin dabûn kar û barên ( siyasî . olî .çandî civakî ….. û h.w.d ) . paytexta huriyan urkêş bû = amûdê ya nihaye û heya herêma efrîn = kurddaxê ji şaristaniya huriyan belav bibû heya roja îro jî goristan pêximber li herêma efrînê ye ( nebî horî) .
- nuzî : bajarekî huryan ya kevnare . her wiha hurmatu jî bajarê huryan bû . hurmatu bi zimanê akadiyan tê wateya hur= hur û matu = bajar = bajarê huryan . lê mixabin piştî hêzên dagirker di dîroke de kurdista dahirkirin gelek navên gundan . navçeyan û bajaran li gor zimanê xwe guhertin . Împaratoriya osmaniyan nave hurmatu kirin tûzhurmatu gelek navên din jî guhertin . Xwendevanên rastî xwaz : Me çend rastiyê dîrokî anîn ziman . lê eger em li ser firehiya dîroka kurdistanê bisekinin wmê bibînin kû kurdan di şefaqa dîrokê de pêşengiya afrandina şaristaniya mezzo potamiya kirine û bûne afrênerên dîrokek zêrîn . Bê guman dema em van rastiyan dibêjin em gelê Turkmen ereb aşûr keldanî û ermenî biçûk nakin ne ewe kû mirov ewe kû mirov rastiyên dîrokî bîne ziman . biçûkirin ewe kû mirov kerasan li gor xwe li dîrokê bike û dîrokê çewt bike . lewra pêwîst nake kû hinek siyaset medar û bazirgan bi rastiyên dîrokê bileyizin ji ber kû :
-berî ereb ji nîv girava erebistanê werin kurdistanê kerkûk sembûla kurdan bû
- berî hatina tirkan ji navîna asiya ber bi anadolê kerkûk ya kurdan bû .
- berî pêkanîna siyaseta erebkirinê nasnameya kerkûkê bi kurdan şahnaz bû .
* xwendevanên rastî xwaz kesên dîrok afrandine natirsin kû rastiyên dîrokî bînin ziman . lê kesên li ser fêkiyên dîrokê xwe didin jiyan kirin her rastiên dîrokî çewt dikin û bin ax dikin .
Email: hm2- 555@yahoo .com
|