|
Ragihandina îro sînoran nas nake (hevpeyvînek bi (Hecî Efrînî) berpirsê ragihandina Rêkeftin re)
Di konfernsa yekê di (6-11-2004) an de dema ku Rêkeftina Demokratîka Kurdî ya Sûrî hate demezranidn , gelek xalên giring hatin gengeşe kirin. Yek ji wan xalên giring: pirsa ragihandin bû , ji ber me dît ku ragihandina Kurd , bi taybetî li Kurdistana Sûriyê lawaz e. Bo nimûne radiyo yan kenalên asmanî (setelayit) li wî parçeyî tune ne. Li himber vê yekê em naçar in giringiyê –bi tenê- bidin rojnameyê. Ji ber vê yekê jî şehîd (Kemal Şahîn) giringiyek pir mezin da vî mijarî û biryar hate standin ku rojnameyekê bi navê (Elwîfaq) ango (Rêkeftin) derxînin. Hejmara yekê ji rojnameya (Elwîfaq) di (30-12-2004) an de hate çapkirin , karûbarên hejmara (0) di bin serperştiyariya nemir (Kemal Şahîn) de bi rêve çû.
Heya roja îro (56) hejmar ji (Elwîfaq) hatine çapkirin , digel vê hejmarê jî dibin (57) hejmar , ji bilî wan jî (4) hejmarên taybet hatin çapkirin.
- rojnameya we bêtir bi çi mijûl dibe?
Rojnameya me bi pirsgirêkên siyasî , civakî , abûrî û ramanî yên Kurdistana Sûriyê ve mijûl dibe , û ne bi tenê di nav Kurdistana Sûriyê de tê belavkirin. Lê belê li gelek bajar û bajarokên Sûriyê yên din jî tê belavkirin.
Her wisa rojnameya me yekem rojnameya rengîn bû di nav wan rojnameyên ku têkiliyên wan bi doza Kurdî re hene.
Ez dikarim bibêjim : rojnameya me di astekî pir baş de hatiye pejirandin ji aliyê gelê me ve li Kurdistana Sûriyê.
- pirsgirêkên ku di destpêka weşanidina rojnameya we de derketin , sedemên wan çi bûn? Gelek pirsgirêk ji me re derketin , di dema damezrandina vê rojnameyê de ji ber ku ji destpêkê de vê rojnameyê pişta xwe bi xwe ve girêda bû. Yek ji wan pirsgirêkan : kadirê taybet û pispor bi vê rojnameyê tune bûn , lê belê girûpa ku (Rêkeftin) damezrand wê bi xwe karûbarên rojnameyê bi rê ve dibirin. Bi rexneyên rewşenbîr , xwendevan û dostan , me destê xwe danî ser gelek kêmasiyan û her wisa me gelek pirsgirêkên vê rojnameyê çareser kirin.
Bi helkefta derbasbûna sê salan bi ser weşan û belavkirina rojnameya (Elwîfaq) , em têkest dikin li ser berdewambûna vê rojnameyê , da ku em bikaribin erk û karên xwe li himber doza Kurdî li Kurdistana Sûriyê bi cih bikin. Her wisa em bizavê dikin ku wê valabûna di biwarê ragihandin de li Kurdistana Sûriyê heye em dagirin û (Rêkeftin) wek rojname bikaribe bibe palpişt ji tevahiya wan rojname û govarên niah ku li Kurdistana sûriya hene.
Em hewl didin ev rojname bibe dengê hemû gelê Kurd , ne bi tenê dengê partiyekê yan saziyek e siyasî . lê belê bibe dengê hemû kesên xwendevan , rewşenbîr , karker , jin û hemû pêkhateyên civakê , da ku em bikaribin nûçeyên rast , gotar , hevpeyvîn û reportajên giring ji her kesî re pêşkêş bikin , ji ber ku ev yek dê daxwaziyên hemû kesên mirovperwer û kurdperwer pêk bîne.
- di destpêkê de rojnameya we (15) roj bû , vê dawiyê bû (mehane) , sedema vê guhertinê çi ye?
Rojnameya me di destpêkê de her (15) rojan dihate weşandin , heya hejmara (54) an. Lê ji ber çend sedemên teknîkî me dît ku pêwîste ev rojname bibe (mehane). Ev jî bi çend tişên taybet ve girêdayî ye , yek ji van tiştan : rojname bi awayekî nihênî li Sûriyê tê belav kirin. Di nav Sûriyê de gelek astengî derdikevin ji aliyê dezgehên ewlekariyê ve , bo nimûne gelek pirsgirêk ji wan kesan re derxistine yên ku bi gotar , hevpeyvîn , çîrok û helbestan di rojnameya (Rêkeftin) de beşdar dibûn. Lê digel vî awayî jî de , gelek ji nivîskaran berdewam bûn di nivîsandinên xwe de û guh nedan kar û reftarên dezgehên ewlekariyê.
Bi rastî ev nivîskarên aza cihê rêzgirtinê ne û em spasiya wan dikin.
- hûn niha giringiyê didin beşê Kurdî di nav rûpelên rojnameya xwe de , gelo hûnê bi vî rengî berdewam bikin?
Beşê kurdî di nav rûpelên rojnameyê de hişt ku rojname bêtir ji aliyê gelê Kurd ve bê pejirandin û hezkirin.
Di destpêkê de beşê Kurdî rûpelek bû , bi zaravê (kurmanciya jorîn) û bi rênivîsa (latînî) dihate weşandin. Lê niha beşê Kurdî bûye çar rûpel , û em dikarin bibêjin ku ew niha cuda ye ji beşê Erebî.
Her wisa em hewl didin ku beşê zmanê Kurdî di rojnameyê di demek e nêzîk de bibe beşekî serbixwe û wek rojnameyek e serbixwe derkeve.
Bi rastî nivîsandin bi Kurdî gelek giring e ji ber ku xwendin û nivîsandin bi zmanê zikmakî hestê neteweyî gelekî bi hêz dike.
- Têbîniyên we li ser dezgehên ragihanidn yên Kurdistanî çi hene û daxwaziyên we ji wan çi ne?
Bi rastî gelê me li Kurdistana Sûrî gelekî fedakar e , pir fedakarî kiriye û hîn jî berdewam e di fedakariya xwe de , lê di heman demê de ji gelek tiştan bêpar bûye. Îro heger em li tevahiya Kurdistanê binerin , em dibînin ku derfetek pir baş hatiye ber destan , bi dehan (setelayitên) Kurdî û bi sedan rojname û govar hene û tên weşandin.
Lê mixabin ew dezgehên ku bi pirsgirêkên gelê Kurd re li Kurdistana Sûrî mijûl dibin gelekî kêm in , yan jî em dikarin bibêjin tune ne.
Ji ber vê yekê jî tevgera siyasî , rewşenbîr û çalakvan bi giştî gelek zor û zehmetiyê dikişînin.
Em bi hêvî ne ku dezgehên ragihandin yên Kurdistanî giringiyek mezin bidin beşê Kurdistana Sûrî , em wek rojnameya (Rêkeftin) pêşwaziyê li hemû nivîsar û lêkolînan dikin yên ku pirsa Kurd , pirsa demokratîk û pirsa mirovatiyê gengeş dikin û hewl didin rêçareyekê ji wan pirsan re bibînin.
Em tu carî di çarçoveyekî partîtîya teng de kar nakin , ji ber vê yekê em dibêjin hemû kesên ku xizmeta doza Kurdî , pirsa demokratîk û pirsên mirovatiyê dikin dê cihê xwe di rojnameya me de bibînin.
Emê hewl bidin ne bi tenê pirsgirêkên rojavayê Kurdistan bidin xuyakirin . lê belê pirsgirêkên tevahiya Kurdistanê dê di rojnameya (Rêkeftin) de bêne gengeş kirin.
Carek e din ez wek berpirsê ragihandina Rêkeftin dubare dikim ku hemû kes dikarin di rojname û malpera me de beşdar bibin. Em jî amade ne ji aliyê xwe de pêşwaziyê li berhemên wan bikin.
Ragihandina azad mirovekî azad dide afrandin , ji ber vê yekê em rê didin hemû pênûsên azad û ji niha de em spasiya wan dikin û her wisa em sala nû li hemû gelê Kurd û li hemû mirovên demokartî xwaz ve pîroz dikin.
- di dawiya vê hevpeyvînê de , hûn wek berpirsê ragihandina Rêkeftin çi dibêjin?
Ragihandina îro sînoran nas nake , bi taybetî di sedsaliya bîst û yekê de. Ji ber vê yekê divê em (wec) mifaheke mezin ji vî biwarî bibînin , da ku em bikaribin dengê xwe bigihînin gelê xwe û dengê gelê Kurd jî bigihînin tevahiya cîhanê.
-----
|