hevdîtinek li gel berhevkarê giştî yê

 rêkeftina demoqratîk ya kurdê sûryê birêz fewzî şengalî

 

Di vê hêjmarê de rojnameya rêkeftin hevdîtinek li gel berhevkarê giştî yê rêkeftina demoqratîk ya kurdê sûryê birêz fewzî şengalî firehiya hevpevînê bi vê awayî ye:

 *rêkeftin:Birêz fewzî şengalî em bi xêrhatina te dikin

**Şengalî;ez jî bixêrhatina we dikim gelek spas

*rêkeftin: eger derfet hebi tu nasname yan jî jyana xwe ya siyasî bi me bide naskirin

**Şegalî:dîsa em bixêrhatina we dikin em gelek spasya we dikin bo hatina we ya vê derê , tevlîbûna me ya siyasetê di nav dibistanan de bi riya pkk çêbû , bê guman dema kû valetiyek siyasî di navbera tevgerên kurdî de li kurdistana başûrê rojava hebû .pkk ê li wir xwe fireh kir , di sale 1986an de ez dinav refên xwendevanan de tev lî xebatên siyasî bûm . di dawiya sala 1989an û destpêka sala 1990an tevlî xolek perwerdeya siyasî bûm li akademiya masûm korkemaz ya libnanê .di heman salê 1990an de em derbaz qada şer bûn û me cihê xwe di nav refên gerîlla de girt .li ser wê bingehî meş û jiyana me ya siyasî berdewamkir heya sala 2003an .dema kû pkk biryara damezrandina partiya yekîtiya demoqratîk da ez li ser wê bingehî beşdarî kongra damezrandinê bûm . di kongrê de ji aliyê çêkera kongrê ve wek berhevkar hatim hilbijartin . piştî wê em bi erk derbaz sûriyê bûm û di dawiya sala 2004an û destpêka 2005an em ji wê rêxistinê qut bûn û me dest bi avakirina rêkeftina demoqratîk ya kurdê sûriyê kir . bê guman sedemên wê hebûn ,sedemên gelek bûn wek : guhartinên siyasî yên li herêm , cîhanê û kurdistanê her wiha rewşa giştî yan siyasî li hember van hemyan siyaseta kû pkk bi rêve dibir me hêz di wan de nedît , û me nikarîbû wek kurdên sûriyê xwe îfade bikin .bi taybetî piştî serhildana 12ê avdarê dihat xwestin kû em helwestên xwe hem li hemberî hêvî û xeyalên kurdên sûriyê hem jî li hember sîstemê nîşan bidin . lê ew tiştê di nav pkk de ne gengaz , lewra me dest bi xebatên damezrandina rêkeftina demoqratîk ya kurdê sûriyê kir .heya îro jî em wek rêxstin xebatên xwe bi rêve dibin . ez dikarim nasnameya xwe bi kurtahî bi vê awayî bînim ziman.

*wekû tê zanîn berya demekê kongra dûwemîn ya rêxistina we hat li darxistin, Mercên wê demê çawa bûn ? encamên we ji kongrê derxistibûn çi bûn?

**Şengalî :raste 20/10/2007an heya 25/10/2007 an kongira me destpêkir û bi dawî bû ,helbet wek tê zanîn rewşa siyasî ya herêma rojhilata navîn û encamên ji guhartinan derketine holê . piştî 3 sala li avabûna me derbazbûn û guhartinên çêbûne xuyane , di dema kû guhartinên germ di nava civak û sîstema sûriyê û herêmê çêdibûn em berbi darxistina kongra dûwemîn çûn eve bi şeklekî giştî bû lê rewşa taybet bi vê awayî bû .ev rewşa giştî ya di rojhilata navîn ,cîhan û qada kurdistanê de derketine hole li hêla siyasî ve ,ev guhartina siyasî bandor xwe li doza gelê kurd , tevgera wê ya siyasî ya di nav hukûmeta herêmê de ,gavavêtin li pêş yên hatine avêtin wek gelê kurd û ezmûna wa di hindir kurdistana başûr de , ew rewşek kurdî nû derxist holê di rewşek wiha de li gorî siyaseta herêm û cîhanê û kurdistanî em berve kongrê çûn , jibo wê pêwîstî bi şîroveyek nû hebû ,erk û wezîfeyên dikevin ser milên me divê qûnaxê de wê çibin ? emê çawa siyaseta herêmê ya bi rêve diçe şirove bikin û wê tesbîtek rastbe ? helbet li qada kurdistanê guhartinên çêbûne û wê çêbibin qasî wê em wek rêxistinek hem ji aliyê xwe ya demoqratîk hem ji aliyê niştimaniya kurdî emê çawa pê re danûstandin bikin ev tişt hemû bûn rojevên kongrê, helbet kongrê di rewşek wiha de hat li darxistin û bû cihê helsengandin û tesbîtên rast bi awayekî berfireh ji bo vê çende me kongrê bi navê gotûbêjan bi navkir , jibo em xwe ji nû ve avakin , di encamên wan gotûbêjan de ev derket holê , li ser wê bingehî di asoyekî gelek demoqratîk , zelal, vekirî , hemû pirsgirêkên xwe yên siyasî û rêxistinî me girtin dest , û gotûbêj kirin û gîştin encaman , me xitabên xwe yên siyasî , uslubê rêxistinî ,têkîliyên xwe û xîtabên xwe yê ragihandinê hemû gotûbêj kirin ji bo em encamên tênxwestin bidestbixin , ji ber kû em di sê salên dawiyê de di rewşek awarte de bûn , gelek zext ji aliyê dewletê , pkk û çalakiyên leşgerî li ser me çêdibûn , lewra dihat xwestin kû em wan ramanan baş ber çav derbazkin , di rewşek wiha em çûn kongrê û wek rêxistin em bigranî li ser van tiştan sekinîn, ji bo em rêxistinek xwedî stratijî ji nûve ava bikin , yanê rêxistinek demoqratik bibe xwedî uslûbekî hemdem bi taybetî di warê navxweyî de , ji hêla din ve em çawa pêşengiya demoqrasiya di hindir sûriye giştî û civaka kurdê sûrî de , ji bo vê uslûbê me ya rêxistinê wê çibe ? ji ber kû em partiyek hemdemîne xwe nîşanî saziyan dikin , tê xwestin kû em saziyan avabikin ji ber kû rêxistin li ser bingehê saziyan ava bibe , bi taybetî pêwîstî bi saziyan sivîl heye , evane di kongrê de hemû xalên golûbêjan bûn û ber çav hatin derbazkirin , lewra em encamê kongrê baş û erênî dinirxînin. Ji milekî din ve biryar ji bo kû rêkeftin kongra xwe li darnexin , eger kongrê çêbibe jî pêwîste parçe bibe , heya vê demê jî hinek li ser me dixebitin , ji  bo vê meselê , hinek ji van xwestin di nav me de têgeha herêmetiyê pêşbixin , hinek jî têgîhiştinê kû têbê di nav saziya serokatiya rêkeftin de nakokiyên hizir û bîrdozî heye , hinek din nûçe belav kirin li ser vê bingehî ji  bo rêkeftin bibe hêzek ji derve , ji  bo  dest bide cihên din , hinekan gotin rêkeftin wê werin radest bibin û rewşa wan wê wek hemû tevgerên din di nav sîstema civakê de wê lê were , ev xal di kongrê baş hat gotûbêjkirin bi taybetî emê cihê xwe di dijbretiya hindir yan derve de bigirin ev têgeh ji aliyê me ve rast nayê dîtin , jiber kû em tvgerek demoqratîk û nîştimanî ya surî,ne, em kurdin û nasnameya me ya kurdî tu guman û gotûbêj li ser nayê kirin ,lewma daxwaz û mafên me ji  bo vê hene , bi awayekî pirr vekirî û zelal em daxwaza wan mafan dikin , tu meselê me ya hindir û derve tuneye , ew mselê parçekirina rêkeftin yên kû dixwestin pêkbînin me di kongrê vekirî û zelal li ser wê pîlanan gotûbêjkir ,piştî kongra me wek rêve berya rêkeftin ew biryar yên derve hatibûn standin me derbaz kir, û me mîsoger kir kû rêkeftin ne ew rêxistina biçe parçebûnê, ji ber kû rêkeftin di destpêka xwe de xwe dispêra lihevhatina siyasî di navbera her kesî de, rêxistina me ne ser bingehî bîrdoziye û ne wek ew partiyên klasîkîne, her kes dikare bibe endamê rêkeftin û danûstandina pê re çêbike , ji desteya rêvebirya rêkeftina ta endamek asayî jî dikare li ser bingehî rêkeftinek siyasî cihê xwe têde bigre , em ne li ser bingeha lihevhatina bîrdozî cihê xwe têde digrin , em ne rêxistinek îslamîne , ne jî markisîne , eve rêdide her kes hizrê wî çiye ? xwestekên xwe çine ? bîne ziman ,û gotûbêj bike , yan qasî bikaribe tevlî rêkeftin bibe , eger nikaribe jî dikare xwe paşve bikşîne , di rêbaza rêkeftin de nermbûn heye , rêziknameya navxweyî û stratîjiya siyasî ya me rênade kû parçebûn çêbibe , me biryarek wiha di kongrê de li hemberî hesabên hêzên derve girt , bi taybetî li hemberî ew kesên naxwazin rêkeftin bibe rêxistina ew jê ditirsin , xebatên li ewrupa , qada suriyê û welat û îraqê , li her qadek li gorî taybetmendiyên wê em dixebitin , ew astengiyên derdiketin pêşberî me ji 85% me derbazkirine , ji  bo vê kongrê tenê ne ewe kû rûniştin çêbibe û biryar werin girtin , kongrê di resentiya xwe piştî kongrê dibe kongrê , yanê biryarên li kongrê hatine standin derbaz jiyana kiryarî bibe, wê demê mirov dikare nûnertiya metoda xwe , bername xwe , kongrê xwe û rihê xwe bike , li ser vê bingehî ji rêveberya heya tevayî xebatkarên li hemû qadan dimeşînin ,çavdêr dikin û biryarên kongrê pêktînin , xebatên ji bo avakirin saziyan û têkiliyan tê meşandin ez texmîn dikim di demek kurt de hinek ji pêngavan wê derkevin hole.

*rêkeftin : gelo rêkeftina demoqratîk di qada gîştî de di vê demê de astê wê çiye ?

**Şengalî:em wek rêkeftin li gorî navê xwene , lewma em amadene bi her kesî lihevbikin û rêkevin bi ereb , dirûz, aşûrî, û hemû neteweiyên li suriyê heyî, re li ser bingehê suryekî demoqratîk û guhartinên demoqratîk yên bingehîn li suryê çêbibe û biraderên kêmentew , mezheb û netewyên din doza kurd bipejirînin , em wisa dikarin li gel her nasnameyek siyasî rêkefin , ji  bo nemeseleye naveroka wan ya birdozî , felsefî û siyasî çiye ne çiye em dikarin bi wan re rêkevin , bi şertê kû guhartinên demoqratîk çêbibe û mafên mirovan û kêmnetewan biparêzin , yanê azadiya raman hebe li ser vê bingehî em dikarin bi hemû aliyan re bibin yek , tevgera kurdê suriyê û kurdistanê eger demoqratbûyîna suriyê dixwazin , nakokî hebin jî bila hebe em dikarin derbazbikin , li ser binyada demoqratîkirna suriyê û naskirina mafên doza kurd em dikarin bi her nasnameyan re rêkevin , lewma me serî de gotibû her kes dostên me ne û em dijmantiya tu kesî nakin meseleya pêşbirk û rêxistinî li derveyî vê yekê ye , danûstandinên me li gel tevayî tevgerên siyasî ya giştî li suriyê û bi taybetî tevgerên kurdî hene , û heya astekî bilind jî em her kesî bo xwe dost dibînin , rexne jî li cihê xwe tê kirin , partîbûyînê teng me xwe tevlê nekiriye , bi taybetî mesela malbetî , tiştên besît , û meşa sivik em tevlê nebûne , tiştên kêm eger çêbûbin jî em hêvîdarin ewane derbazbibin , li ser vê bingehî em di astek bilind de di têkiliyan de ne li gel partiyên kurdî yên suriyê û alî girên demoqratxwaz û em di hindir rojhilata navîn de jî dixwazin têkiliyan deynin li gel ew kesên dixwazin veguhartin û çaksaziya demoqratîk çêbikin û hevpeyvîn û peymanan li gel wan li dar bixin , pêwîste çanda hevpeyvînê pêşbikeve di nav bera me û ereb , me û aşûrî , me û dirzî de dibe û kesên sosyalîst dibe , îslamî dibe , kîbe bila bibe , em li dijî tevayî rêbazên zordarî û tûnûtijiyê , inkar û dûrxistinên ne li ser vê bingehî em di danûstandinê dene , ez dixwazim xalekê nîşan bikim , em wek rêkeftin gelek tiştan radigirin , hinek partiyên kurdî û aliyên din li ser me tiştên me maf ne kirine dibêjin , lê em nayên wan hesab û leyîstokan , ji  bo em bi hevdû ve mijûl nebin , hinek aliyên me dostên xwe dîtin , hevkare tekoşînê me dîtin û birayên xwe dîtin ev tiştana kirin , lê em ji van tiştan derevin û nabin hevkarê wan , beravajî wê em rêbazê hevpeyvînê ji  bo xwe bingeh digrin .em têkilyên rojane , berjewendiyên teng , helwestên demkin yên li gorî hinek bûyeran tên standin baş nabînin û ji  bo xwe têkilî nanirxînin , têkiliyên em çêbikin li ser bingeha demoqratkirina suriyê , çêkirina guhartin û reforman û vebûnek giştî ya surî çêbibe û dananaskirina mafên gelê kurd û doza kurdê suriyê , ji  bo çareserkirina van pirsgirêkan , lewma pêwîste em têkîliyên dem dirêj û stratîjîk li gel hev deynin , bi taybetî di nav veguhartinên mezin yên li qada kurdistanê çêdibûn , pêwîste em valatiyan tijî bikin û kêmasyan derbazbikin , ji  bo xîtaba me bibe yek deng û hevgirtî di qada siyasî de , herî kêm jî em bikaribin bernamyek xwe ya siyasî ya hevbeş li darxin û xebatek diplomatic ya hevgirtî bi rêve bibin , ji ber kû di belabûnê de kurd zerar dibîne .

 

*rêkeftin : gelo gef hereşe û kiryarên terorkirinê wek berê li ser we berdewamin yan na ?

**Şengalî:em bi van êrîşan re gelek mijûl bûn helbet armanca van êrîşa ew bû kû rêkeftin nebe rêxistin û serî û viyana rêkeftin bê perçiqandin ev armancek bû , lê armanca din digotin zelam ji kurdê sûriyê dernakeve îro jî tê gotin , lêvegergehek hev beş ji kurdê suriyê çênebûye û çênabe jî , ev ji aliyên hinek alyan û hinek hevgerên kurdistanî ve dihat gotin , dema em ji pkk qutbûn gelek nav li me hat kirin û gotin evane xayînin , sîxorin û dizin , tabî evane li gorî pîvanên wan bûn , dema ev dihat gotin ji  bo ne tenê rêkeftin dixwestin xwîna kurdê suriyê helal bikin , di kolanê de kesên bawerya wan bi van tiştan jî hebûn , ev terorkirina wek nameyekê bû ji  bo tevgera kurdê suriyê , di heman demê de ev tişt ji  bo rêkeftin jî derbaz dibû , tateyê kesên dibêjin emê xwedî li nasnameya kurdê suriyê derkevin pêwîste serê wan bê perçiqandin , li ser vê binghî çalakiyên kuştinê li ser rêkeftin pêk anîn ji  bo rêkeftin nebe rêxistin li suriyê û xuwîna birakujiyê li suriyê dest pê bike û kurd bi hevdû ve mijûl bibin .

Piştî raperîna 12ê avdarê armancên gelê kurd û daxwazên wan derketin holê , rexneyên me li ser pkk zelal bûn û nakokiyên mejî diyarbûn , lê wan xwestin bi şêweyekî din şirove bikin û jê sûd bigrin , li ser wê bingehî jî êrîşî me kirin , ew kesên kû beşdarî çalakiyan bûne hinek di zindanên hukûmeta herêmê de ne , lê pirsîna wan heya astekê hatiye û sekiniye , lewma em ji vê re dibêjin çalakiyên ne diyar , li gorî agahiyên ketine destên me yên kû ev çalakî li dar xistine tên naskirin , ew malbetên li suriyê çek ji wan re anîne û awane xwedî kirine ji aliyê meve tên naskirin , eger ne ji  bo berjewendiyên gelê kurdê suriyê ba me dikarî bi riya yek daxuyaniyê ewane eşkere kiribana , lê eger em vê bikin wê bibe sedema kuştina sedan ji kurdên suriyê armancek ya çalakiyan jî ev bû , yanê yan rêkeftin yan wê tola xwe hilde yan jî wê agahiyan bide xwedanin kuştiyan di encama wê de malbeta şehîd kemal yan malbeta şehîd kamîran yan malbeta şehîd  ebû mislim wê tola xwe hildin , li himberî van giştî em bi hişyarî û zanistî nêzîk bûn û tevgeriyan , lîsteya çalakiyan jî hemû dane me kî beşdarî çalakiyê bûne , navê wan çine kê nan dane wan her tişt di lîstê de diyare û agahiyên me li ser wan baş hene , ev çalakî ne xwezayî bû , çalakiyên bi pêlan bûn , heya niha jî dixwazin van pîlanan bidestên pê bînin ji  bo em hêvîdarin kû her kes hişyar be li beramberî van pêlan yên kû destek nedan van çalakiyan hemû cihê sipasiyê ye , çi rewşenbîr be , çi xwendevan bû , kîbe bila bibe , welatparêzek bû yan rêxistinek siyasî bû , em wan sipas dikin , ji ber kû têgiştin kû ewane dixwazin gelê kurdistana suriyê ber bi kuştinê ve bibin , her wiha fêmkirin ew tişta dikeve berjewendiyên kê , me jî ewa baş fêm kir , ji  bo xerabûnê her kes dikare xirabiyê bike , tişt ji kuştinê siviktir nîne , lê tiştê giring ewe kû merov çawa bikaribe avabike , û mirovan bimirovekî çalak di hindir civakê de , tiştê mezin û hêja ewe , kuştina merovê bê çek û li ser karê xwe pir asane û her kes dikare bike , eva karê kesên tirsonekên yên ji jiyan û rastiyan û pêşerojê ditirsin , îro jî gefên wan li ser me berdewamin , lê bila her kes bizanibe me gef derbaz kirine , rêkeftin ne gergaze bi kuştine mirovan tengav bibe û bisekine ji ber kû me tirs derbaz kirine , gelê kurd û tevgerên kurdî yên ji dûr yan nêzîk ve nas dikin baş dizanin ji  bo vê çendê êdî gef û hereşe nikarin me bisekinînin , ne kû em bê hesabên helbet heya dilopek xwîn jî li gel me hêjaye , lê ew qunaxa kû em tine bibin , tune nebin me derbaz kiriye eve bi viyana me , rêka me û baweriya me bi doza gelê me çêdibe , her wiha rêgezên me û pîvanên me yên netewî û demoqratbûnê nîşan dike , berê jî me digot niha jî em dibêjin , mafên kê li cem me hene em amedene , di bin navên hinek peyvên tîj û bêwatede eger xwîna gelê kurd bê helal kirin eve tewaneke ne di me de bisekine yan di aliyekî din de bisekine , dîrok wê rojek wê binivîse ewe dimîne ser dîrokê , pêşeroj jî wê çawa hokum li ser bide jî ew jî wê re dimîne , dîsa em dibêjin mafê kê li cem me heye em wek rêvebirya rêkeftin dikarin bi wan re rûnin û hesabên xwe bikin , lê pêwîste ew jî baş bizanibin ev zerar wê bide gelê kurd , net u kesî din , ew lîstok li dijî berjewendiyên gelê kurde , ji  bow êdî xala gefdan giring û hesase jiber kû netewên ji  bo rêkeftin tê kirin , ew dibi sedema deh û sedan mirov di kurdistana suriyê de , lewma ev tiştekî gelek metirsiye , ez hêvî darim her kes di wê şiyarbûnê de be , ji  ber kû taybetmendiya sedsala me dûrî van tiştane .

*rêkeftin:wek tê zanîn dewleta suriyê jî ji nav dewletên ereban beşdarî kongra anapolîs bû hûn vê yekê çawa dinerxînin ?

**şengalî:kongra anapolîs di nav nîşana xwe de diyare, kongireyek li hev hatin û hevdû dana têhigîştiniye , em wek welatiyên kurdê suriy xweşiyê ji  bo civaka surî dixwazin , her wiha em aştî û ewlebûnê ji  bo wan dixwazin , û li hev hatinê di navbera tevayî mezhebên olî , siyasî û netewî dixwazin , ew gavên di kongrê de bên avêtin ji nêzîk ve dişopînin , helwesta me ji  bo girên colan jî tê nas kirin , colan be lîwaa îskenderûn be ewane parçeyên ji axa sûriyê ne û ewe mafê suriyê ye , beşdar bûna suriyê başe yan xerabe ji wê zêdetir , wek pirsek rêjîma suriyê wê pirs girêkên civakî care ser bike yan na ? wê ew metirsiyên çandî , siyasî , aborî û h.w.d li ser civakê heye wê derbaz bike yzn na ? mesele ne rûniştin li kongrê , ji ber kû vebûnek mezin tê xwestin , di hinder suriyê de helbet em sernizmî ji  bo welat ne xwestî û em naxwazin jî , lê pêwîste welatê me jî nebe qurban ji  bo siyasetên teng û teqlîdî , vebûnek di siyaseta hinder û derve ya surî de tê xwestin , li ser bingehên hinek zagon bên guhartin û pêşiya civakê bê vekirin ji hêla raman , siyasî , abûrî û çandî her wiha rê li ber tevayî netew û rengegên kêmnetewên din vebe , yanê birastî pêwîste suriyê maf bide ew mozayîka dêrîn ya suriyê li ser wê bingehî çêbûye , pêwîste maf be dayîn ji mozayîka çêbûye re û rê li pêş we vebe ev bi sere xwe dikare suriyê ji gefxwanrinan û aloziyên civaka surî têde jiyan dike rizgar bike , em ji nêzîk ve kongra anapolîs dişopînin yak û armanca wê ewe kû bêhindanek di rojhilata navîn de bigire , tên naskirin di sala pêşiya me de hilbijartina emrîka heye , babet tê naskirin pêşbirk di nav bera alîgirên demoqratîk û komariyên emrîkî de hene , lewma komarî û rêvebiriya boş neçarin gavên baş bavêjin , hezbike pêngavên şerbin yan jî aştiyane bibe bi vê awaiyî neçare bigîne çareseriyek di navbera filestînyan û îsraîlyan de , doseya atomî ya îranî jî tê naskirin , lewma eniyên siyasî yên rojhlata navin li derdora siyaseta nav netewî komdibin, di siyaseta cîhanê de hinek demser hene , ji  bo van tiştan hemiyan boş ne care hinek tiştan bike , yan eê hinek lihevhatinan di navbera alîhirên dijber de çêbike û dijberê xwe re bêje ev destkeftiyên mînîn , yan jî eger beşî hat xwestin di hunek ciyan de mudaxelê leşgrî bike , ev rojeva şerê navxweyî û raya giştî ya emrîkiye ya li dijî komariyan û boş e û encamê derdikevin hole eê di rojhilata navîn de çê bê kirin li ser vê bingehî surye jî di  vê hevsengiyê deye , germbûn û sarbûnên diblomasî û hevsengiyên navnetewî û herêmî yên çêdibin suriyê jî cihê xwe têde digre , helbet emrîka li ser vê bingehî kongrê li dar xist , ji  bo ereban hemiyan bikêşe babeta filestîn – îsraîl eger pirsgirêka figistîn – îsraîl care ser bibe ereb tev dibin tek û suriye tev gî dibe , piştî we rojeva îranê wê çi be tirkiyê wê li dijî îranê bisekine , evane bi giştî pêşbirk û şerekî shyasî xort tê kirin û danû standinên shyasî yên şidayî derdikevin pêş , surye jî di rewşek tengav deye çûyîna suriyê kongra ana polis şertê xwe colane , lê ewe beriya wê hatiye gotûbêjkirin û bersiv girtiye wê di kongrê de çi bibe , lê belê suriyê jî siyasetek demî dimeşîne û bêhndanek digire bi armanca kû heya yên komarî desthilatên ji  bo zext , gef û êrîşek li ser wan çênebe , hinek bazaar li ser libnan , îsraîl , îran tê kirin , carna jî mesela nav xweyî derdikeve pêş , em dibêjin li dewsa bêhnstandinê zêdetir , çareseryên bin hehîn pêwîstin yak û suriyê rizgar bike , lewma pêwîste suriyê xwe bispêre veguhartinên xweyî yên di nav xwe de , ji ber kû kongra anapolîs tu çareseryê ji  bo suriyê nayîne , beravajî dibe kû hinek tiştên nerênî bi xwe re dedixe pêş , eve di dosiya surî de dibe , di ya îranî de dibe , di ya îsraîlî de dibe , di ya libnanî de dibe , eger suriyê li ser hêza xweyî guhartinê reforman û vebûnê çêbike li dewsa sernizimkirinê û girtbûyînê , pêwîste rê li ber hemû beşên civakê veke kû bikaribin xwe bînin ziman , li ser vê bingehî pêwîsta hukûmeta surî li xwe vegere dest biavêje hinek piroje û têkeliyan û dan û standinan ji ber kû bi hinek hevsengeyên navnetweî û kongireyan pirsgirêk nayên çareserkirin ne li suriyê ne jî li rojhilata navîn , ji  bo we kongireya anapolîs cihê hinek li hevhatin û bazarên siyasîne , li ser vê bingehî yê kû dikare tevî ve bazarê bibe tevlê dibe , eger bipejrîne ya na li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî dike , belkî suriyê bêhnekê di kongra anapolîs de bistîne , her wiha suriyê niyeta xwe ya baş dikar kir wek kû bêje (em ji  bo rûniştina amedene) lê bi pêwîste ew tişt bizîvire guhartinên kû bikaribe baweriya civakê qezenc bike , çi pêwîstîbe pêwîste di hinder civakê surî de bê kirin , wê demê mirov dikare berê xwe bide xîtaba xwe ya derve wê çibe , em kongra anapolîs wisa dinerixînin û hêviyê têde nabînin kû bibe egera veguhartinên demoqratîk di suriye û herêmê de , ew kongrê demîye dixwaze hinek deriyan bugre û hinkan veke û hinek bêhn bistîne , hêzên herêmê ji her kes li gor berjewendin xwe û dewleta dixwazin hinek tiştan jê qezenc bike û cihê xwe dinav vê bazarê de bigre , lê berjewendiya civakê surî ewe kû em bi xwe guhartinan destpêbikin yanê ji civakê destpêbikin heya dewletê , li ser vê bingehî dewlet berpira vê ye başbe yan xirab be lewma pêwîsta dewleta siyaseta xwe ya hinder  û deve berçav derbazke , em kongra anapolîs ewk xalek bingehî di guhartinên suriyê û herêmê de bi awayekî bingehî nabînin ,ev kongrê wek rûniştinekê bû jib o bazarên xwe berdewam bikin şeş meh yan salek bê , lê li hev tên yan nayên ewe cudaye , em vê çareseriyek bingehî nabînin , jib o vê çareseriya bingehî ewe civak , dewlet , welat li xwe vegerin û ber biguhartinan biçin ,ji ber kû em hêviya xwe ji ana polîsê nabînin û xwe pêve girênadin :

Rêkeftin: ev demeke gotûbêj derbarê lêvegergeha kurdî tên kirin , çima damezrandina wê çê nabe ?

**şengalî:gêvegergeha kurdî îro pir giringe ji  bo kurdên suriyê û tevgerên kurd , ji  bo pêşengiya tevgera demoqratîk li suriye bike , mafê gelê kurd , siyasetê herêm û navnetewî xwe ferz dike kû tiştekî wiha çêbibe , eger encûmen be , yan lêvegergeh be yan navekî din be , ji  bo bikaribe ne tenê tevgerên siyasî hembêz bike , bikaribe hemû çînên civakî jî hembêz bike , yanê rewşenbîr , kedkar , ramyar , siyaset medar û h . w . d cihê xwe div ê tewareyê de bigrin û nûnertiya xwe bikin , ji ber kû partiyek bi tenê nkare kolana kurdî qapat bike , û bi rêve bibe , ev lêvegergeh dibe cihekî yekîtiya xîtaba siyasî , yekîtiya bernameya siyasî eger li beramber sîstema sûrî be , yan li hember kolana kudê surî be yan jî li hember hêzên demoqratikxwazên surî be , ne gengaze kurdên surî wisa bimînin û deh yan diwazde proje û bernameyên siyasî bên pêşkêşkirin , hez bike ji dost rebe , yan ji neyar re be , lewma di  vê qunaxê de avakirina lêvegergehek kurdî yan encûmekî yan tewareyekî wiha ji  bo me pir girînge , ev sê salên gotûbêj derbarê vêde tên kirin gelek aliyên din jî dianîn ziman , lê mixabin çênabe , sedemên çine ? ji zêdetir sedem li cem hinek aliyane , lê ji aliyê me ve xuyaye , roja yekemîn pêşkêşî me kirin , bê şer me pejirand û me got madam li hev hatin heye , kurd di kombûnekê eê bikaribe nûnertiya xwe bike em tev lê dibin , dixwazin gavekê bavêjin her çiqas lewaz be yan kêmasiyên xwe hebin di destpêkê de , lê salek dû sal xort bibe û cihê xwe dadigre û di be xwe dî navendeka hêza viyanê jib o bikaribe kurd li derdora xwe kombike , biraderên me yên partiyên din gelek sedem anîn ziman em tê wateyê nadin wê , gelek gotûbêj  hatin kirin kî tevlê bibe kî tevlê nabe , kongrê wê hilbijêre yan cihekî din , hêjmar eê çiqas be , hêjmar wê partîbin yan yên din bin , helbet em wan gotûbêjan vale nabînin , bi qasî gotûbêj bên kirin ew qas başe , lê belê gotûbêj çiqas dirêj bibe ew qas demê bi xwere dixwe , lewma ev sedemên kû hinek akî didin pêş tenê widekirina demê ye , ev şeş meh sedem derdikevin pêş eve meselê paş ve dibe , lê em wek rêxistin bê şert ji  bow ê amedene , nakokî çi dibin bila bibin , em dikarin wan tiştan di hindir lêvegergehê de gotûbêj bikin , û care ser bikin , eger lêvegergeh nehatiba avakirin heya rojê îro çavkanya xwe ji van sedema digre , sedemên bê wate , tenê ez dikarim vê bêjim , em tu kesî gunehbar nakin , tenê em sîstema sûrî tewanbar dikin , yak û nahêle ev lêvegergeh çêbibe , lewma ev sedemên nîşan dikin dikeve berjewendiyên kesên kû xizmet gelên kurd yê sûryê nakin , ne ji  bo tu kesî dine , yê kû xizmeta gelê kurd dixwaze van sedeman dide alyekî , yanê ew sedemên partiyên teng , malbetî û kesî di navbera hinek serokên partyên kurdî yên surî evane tiştên besîtin , bê watene li hember pirojeyek wiha de , û li hember berjewendiya giştî ya gelê kurd de , div ê qûnaxa îro de , dîsa em dûbare dikin ew sedemên ew nîşan dikin em sedem nabînin , em tenê dibêjin yê kû berjewendiyagelê kurd li suriyê na xwaze ev sedem û hicet û birin û anîn û gotûbêjên vale dikeve xizmeta wan kesan ,kesê kû bi berjewendiya gelê kurd dihîzîre eger nave xwe ser nizmî be , yan feda karî be pêwîste bê kirin , bila kurd li hevdû rûnin kî çi hevdûre dibêje bila bêje , xwestekên kê ji hevdû hene bila bike , mirov dikare li hev bike , ev ezmûn li welatên cîhanê çêbûne , û kombûn çêbûne û karîne nûnertiya xwe bikin , wê demê çima em kurdên sûrî di bin nave hinek tiştan de vê yekê nakin , ji alyê meve tu sedem tunebûn yên sedem ew aliyên din bûn me nameya xwe ya dawî rêkir ji wan re , me têde gotibû bila ewane pirsgirêkên xwe dinavbera xwede çareser bikin , kengî çare ser bû em dîsa ji  bow ê amedene , tiştê kû em ji kesî dixwazin û bêjin şertên me evin nîne , ji ber kû sedem û hicet tu rûmetê ji  bo gel nadi , em hêvîdarin ew alî wan sedeman di navbera xwe de çareserbikin , eger wê nekin emê di dawyê de bikin , kî çi bêje bila bêje , ewane wê demê xwe wek aliyên dijberî lêvegergehê eger îlan bikin bila bikin , bawerya me bi demoqrasiyê heye hizra kê çiye ? raya kê çiye ? xwesteka kê çiye ? dikarin bêjin di encam de  pêwîste em bigihînin encamên giring  ji  bo berjewendiyên gelê kurd û demoqratkirina suriyê :

*rêkeftin : di dawiyê de eger axaftina te ya dawî hebe ?

**Şengalî :em hêvîdarin di pêvejoyê de hêzên demoqratîk xwaz ginek gavan bavêjin ji  bo guhartin û veguhartinên di hindir suriyê de , û li hevhatin , hevdû danatêgihiştin û hevpeyvîn bên pêşxistin , em wek zhziyên svîl , dadî û rêxistinên demoqratîk û kurdî yên surî pêwîste em hemû bi hevre em demoqratikirns suriyê bikin û welatê xwe ji aoziyan rizgar bikin , herî kêm jî em wê metirsiya li civaka me heyî ji hole rakin , û civaka têgiştî avabikin li ser bingeha çanda demoqratîk û veguhartinan û reforman , û em erkên xwe û mafên xwe fêm bikin , ji  bo tevgerên kurd jî pêwîste ew sedemê parçebûn û ji dûrhevxistinê ji hole rakin , bi riya gotûbêj  û hevpeyvînan em biçin berbi lêvegergehek kurdî yan jî lihevhatinek kurdî nave xwe çibe bila bibe . ez gelek spasiya we dikim bo hatina we ya vêderê.

*rêkeftin: em bi nave tevayî xebatkar û nûçegîhanên rojnameya rêkeftin spasiya te dikin û di xebata we de serkeftinê dixwazin .

Şengalî: gelek spas ji  bo we jî .

 

www.rekeftin.com -- الوفاق الصفحة الرئيسية 

اخبر صديقك: