|
EY PAKREWAN Narîn mîtanî
Ey pakrewan Giyanê te diçirise Dibe roj Bi pejnên xwe ... Neyaran girêdide Jiyanawan dax dide Wan dihêle bi rêde .. Rewanê te .... dibe dûman Mij û moran .... ba û baran Neyaran wenda dike ..
Canê te dibe heyv Di neynika te de Rûyên xweyî reş dibînin Gunehê te ... dibe ewreke giran Li ser neyaran ... ar û agir dibare Wekî baran .. û doje Dengê te Birûskek bi hêze... Neyaran disoje Li wan pirîskên xwîna te Kulîlkên ser şîn dibin Rastî dipişkive... Elendek derdikeve.. Ehrêman direve Neyar tê naskirin Cîhan lê teng dibe Dibe zindan.. Çi sembole ... ew bê ole Gorê ji xwe re dikole.... têde paldide Zemîn dike hewar .. Ji ber tawankarê dijwar Ezman tê xwar Jîn wê randibe bi ser tariyê de
Dengê azadiyê radibe Dikin lava pirpirîk û perwan Ey kemal Evîna te dibe şemal Narvîna te dibe desmal Berba dibe ... dihilfire Tû dijî di mînoyê de Tû dibe hêviya karwan Ey pakrewan .........
Qamişlo 6/3/2005
· ev helbest diyarî giyanê Kemal şahîn
|