|
ji bû Efrînê
Ronî Gênc
Êgir di hundir bîranînên min de vênexe ew bi derûna min gure Bêyî ku sînoran biçirînim sîngê te derbas dikim û li ser latê Pîston tîpekê Nû dikim Tev çiyayên te yên cihê reng xort û keçên te şiyar dikim pênûs û xwendinê bi wan xweş dikim Bi çemên te yên bê westan dimeşin re êkrana dilan spî dikim di şivîlekan re dimeşim û zemîna te ji şûnwarên sitemkaran paqij dikim Bi Zerdeşt, Xanî û Celadet re navê te li ser kevala zindiyê dikolim Heft lehengên te ên ku ji berî zayînê de jîn dabûn jiyanê vedigerim dîrokê û bi wan re cenga zanînê nûjen dikim Di şikefta şanîdar û Duderiyê de bi erkolog û dîrokzanan re rûpelan vedibixêrim û bi çavên xwe manda ciwaniya te dibînim Bi avcaniyê xwe berdidim derya zêtûn û deşta cûmê derbas dikim li ser birca kela Horî xwe bi Homa ya pîroz serxwaş û mest dikim Ma riçên te ji tîpên mîxî de despêdikin? Yan li mezopotamiya derewan dikin Xwîna xwe tev ya Cangoriyan dikim û agirê rimîna azadiya te gurtir dikim Bi Zîn, Xeç û şêrînê re peymana evînê nuh dikim.
Cindrêsê |