|
Rastiye an derewe Arêf Xemgîn
Ez şiyarim an raketîme Ez zindîme an mirîme Na bixwedê Ez kurdim ez mirîme Ser zikê xwede ez girîme Ez kurdim ez birçîme Ez kurdim ez gundîme Ez kurdim şûn ketîme Ger birçî bim ne xwedîme Ger têr bim ne xwedîme Her dem şûn ketî me Bi xemil û xêzêm Topî temamim Xurtî nifşim Dûzî pakim Ez kurdim yaw Baş zanim Rewşenbîrim nas civakim Kar nasim hozan yarim Lê bav û kalan nas nakim Ronî û tarî ji hev nakim Ez kurdim xwe nas nakim Ez dibêjim ez kurdim kurdekî nûjenim Ji welatê xwe pir hezdikim Lê zimanê xwe nizanim Hîn dibêjim Hîn dibêjim Hîn dibêjim Ez kurdim Bo şahî xweş mirovim Bo keçan mal firoşim Ez kurdim Hîn dibêjim ez kurdim Şiyarbe bese êdî ji xew Binêre çi dîtin Ewropa Boy gel Pêşve çûn tev rabûn jor Tim felek faşiste me Em tev mane kor Rabe kurdo Ta key bimînî wilo divî tarîde Ta key bitirsî di şevêde Ta key kolebî di vî rewşêde Ta key kurdo ta key Rabin rabin em şiyarbin Zana bin zan yarbin Rêzan û rênasbin Xwedî bingeh û bawer bin Bixwînin bixebitin Mamoste bin dîrok zanbin Reşenbîr û xwedî ziman bin Dadyar û dozyarbin Tev şivan û cotyar Boy gel xebat kar bin Bavêjin bese perdê tariyê biçirînin Feqî bin xwedî maf bin Ne derewcî û xwedî rî û fûtebin Xêr xwazî gel bin Bi gel bawer bin Em kurdin Gerekî me xwendin û xwendevan Bese kurdo êdî mejî zingarî çeke Bese êdî kurdo Bê xwendin Dermanê dilê kul nîne Bese kurdo were bi xweşî em mirîne Bese kurdo êdî bese vegere
|