|
SERANEYEK BÊ GUNEH
* Ciwan Serfiras
Çendî û çend caran te wêneyên tirsê , di siya keneke sexte de çirandin ! Çendî û çend caran seraneyên evînê , ji narvînê re min bi rê kirin ! Ne weke te bû ku bîranînên min yên ji berfê , bi ezîtî , rakişînin , na ne weke te bû di şeveke nenas de min lal û şêt bihêle , li dor hêla keniştê , belam weke leylanekî di guhê min de nimêja xwe berdewam dike .
|