şevbêrka evîndara

 

were em şevbêrkek berfireh raxin û

hemî rahêJ alin evînîyê lê bicivînin

wekî evdalê zeynikê û gula keşe

sisê şev û sisê roJan li pey hev êrîşek serxweş û

mest vexwar berdin li ser lîsin xewa giran û

pirek sitim kar di nav bera çava û razanêde damezrînin û

helbest û stiranin xweş û nexweş bi rêsin

kakila meJî û hinava bizîvrînin

demê ku xunava germ li ser anya te bi çirîsê

ezê Ji te bixwazim qulingek çeng şikestî û

hemî êş û Janê xwe bi nalîna wî re bi lorînim mina evdal

ezê tevlî xweneroJê wî bibim û di gemya dêrka rengîn de biheJim

Ji anya seqlanê ezê nîgaşa te êsîrê cane xwe bikim û

Sipartî pira bafid bi kim û bi wan birîni derman dayî

Ji rondikin min û te emê stiranek zummên kûr bi afrînin û

Hemî gul û kulîlkin dil buhar bileyzînin û

Çeqçeqa baski pipirîka wê hemî êş û Janê me birevîne

Li hawîr dorgura beko bi civîne û bikîna wire bimrînê

demê qulingê dil birîndar derbasî laleşê pîroz bibe

emê kevrê bextê xwe di agirdana wî de bikulin û

peymana kirîvatîyek tindirostî emê rawestînin.

 

Narîn omar

 

 

اخبر صديقك: