|
KURTEPISTEK DI GUHÊ TE DE
Konê Reş
1 Di welatê min de; Dema ku xerab di govenda şerê te de Biraqisin.. Zikreş di bin simbêlan re Bikenin.. Dîkên şinik li ser tingê mala te Bi qud - qud bin Hingê xweş bawer be ku tu bi serketiye.
2 Madem çolistana fireh û bê deng, Gir, hêrik û qelaçên ker Bi aso re dirêjî asman dibin û Têkiliyan pêre datînin.. Pêwiste tu biaxifie..
3 Dema ku kêlîkên dijwar û çetîn, Bîstikên xweş û şêrîn û Salên dirêj derbas dibin Çima tê li hespa demê siwar nebe..?
4 Di welatê min de; Şêrên birçî di hêrik û geliyan de Xwe di qurmiçîn in û Gurên har li ber tava heyvê Diraqisin.
5 Bixwîne bê çi dinivîsim; Ev buyera ha carekê li Qamişlo Qewimiye..
6 Warê şah û melekan Ji xwe re neke war Bawer be gelek kesên Li dor wan Di xemgîniyê de Dijîn.
15/03/2008
|