Hevpeyvînek li gel endamê deftera siyasî partîya dîmokrata kurdistana /îranê

Mihemed Nezif Qadirî :"Dibe sistemeke fêdral û dîmokrat di îranê de pêk werê"

 didar : rojama rekeftin

ji bona rewşa siyasî yê bizava rizgarî netewî li rojhilata kurdidistanê nas bikin , me weko rojnama Rêkeftin hevdîtineke taybet li gel endamê deftera siyasî ya partîya dîmokrata kurdistana îranê da saz kir, herwa birêzî gelek bi sade û bi şewazeke rêk û pêk bersîvên rojnama me bi vê rengî da .

* Rêkeftin : mamoste Mihemed eger kesayet'ya xwe bi xwendevanên rojnama me ra bide nasandin gelek baş dibe ….?

- Mihemed Nezif Qadirî : ez Mihemed Nezif Qadirî "endamê deftera siyasî A partîya dîmokrata kurdistana îranê me , û berpirsê sikreterîya komîta navendî ya partîya dîmokrat A kurdistana îranê me".

Rêkeftin mamoste rijîma îranê , di dema dawî yê da kete nava rojeveke mezin a rojhilata navin û cihanê da , ji bona pêşxistina çekên otumî , wun çawa rewşa dawî a îranê dinirxînin, ma gelo bi ditna we Emerîka wê lê bide yan na …?

- Qadirî : Di serî da dibe ku mirov li ser rewşa bizava rizgarî ya netewa kurdî li kurdistana îranê da şirove bike , her wa dibe ku em weko bizava netewa kurd li derdora hev bi civin û bi hevra dost bi giftogoyan bikin ta ku em bikaribin rewşa siyasî û navxoyî îranê jî ji hev derxînin.

Eger em rewşa Îranê a îro binirxînin çi a siyaseta navxwe û çi jî siyasetên rijîma komara îslamîya îran, ji bona me rewşa rastî a ku îro rijîma îran têda dijî gelek xirabe û taybet a aburî … îro bê karî gelek fereh bûye pêşêlkarî yên bi derheqê mafên mirovan û yên xelkên sivîldaroj bi roj bêtir dibin , serok komar Ehmedî nejatî di demên hilbijartinan de gelek soz û peyaman da xelkên îranê ku wê bikaribe rewşa aburî û bêkarî a tevahîya xelkên îranê çareser bike , lê mixabin bi berevajî soz û peymanen xwe îro kar û xebata xwe didomîne û serneket ev jî bû têb înîyek lib a xelkê îranê bi giştî û a kurd bi taybetî . Îro siyaseta Nejat pir aşkere bûye û dest bi koştin û toqandin û zindan kirina kesên xwedî bîr û rayên azad û xwedîyên buçûnên cewaz di zîndana de pir bune .

Gelek rojname hatine daxistin û qedexe kirin her wa eşkence û lêdan û şêwazeke pir ne mirovanî bi rêve dibin , gelek ji yasa û desturên navnetewî dûrin.

Di dema dawîyê da hêriş û fişarên rijîma Îranê li dijî xelkê azadî xwazî îran gelek ber fereh bûye her wek gelên Azerî , Arab , biloc , Kurd , Turkmen û kesên dimokraratxwazen Faris jî li jêr siyaseta rijîma meleyên îranî da bêzar bûne .

Ez bi reşkawî dibêjim ku fişar û siyaseta ku li dijî bizava rizgarîya gelên aştîxwazên îranî bi şîwazeke hovan0e didome û bê wêne ye.Her wa bê rêzî û bê mafî li beramber jinên bê tewan û pêşêlkirina mafên rewa yen jinan , çi li warî postên  seroketî be yan postên rêveberî be yan mafên xwazayîya jinê be , gelek bi hovatî helsekewt li gel wan dikin .

Herwa ji bona law û gêncên gelen îranî dîsan ji hemû maf û daxwazîyen siruştî gêncan bê beşin, siyaseta rijîma îranê  a ku îro li ser rêzên law û gêncên me tê bi rêve birin gelek xerab û bê wateye , herweko zemînên vexwarina madeyên bê hoşî û motadkirina wan gêncên bi kişandina tilyak û efyun ta ku dest ji kar û xebatên netewî û rizgarxwazî berdin , û bikevin nava jîyaneke bê wate û mirî .

* Rêkeftin : Ma gelo armanca rijîma îranê ji avakirina çekên otumî div ê serdemê de …?

- mihemed N Qadirî : Ev bêtir ji (18) sale kû dest bi kar û barên otumî xwe kirîye , lê ta niha tevahîya dem û dezgehên navnetewî nikarin ku rijîma îranê ji pêşxistina çekên otumî bi dûrxistina , her çend ku pirsgirêkên cur be cur derketin hole , ji bona kû rêgirî li pêşxistina proja çekên otumî , lê rijîma îranê jî gelek şêwaz û awayên bergîrîkirinê da pêş û dibêje (Ev pêşxistina çekên otumî ji bona pêşxistina xizmetkarîye û aşitî ye ) lê di rastî de , tiştên ku bi dest de  , tiştên ku bi dest rêxistinên navnetewî yên wezê otumî hene , ewe ku hindek belge hene ku rijîma îran di çend salên pêşda dibe bi xwedîyê çekên otumî û gelek metirsîdar li ser astê rojhilata navîn de . Her wa rijîma îranê dibe bi metirsî li ser navçê û bi taybet li ser Îsrail û Emerîka , ke wate armanca rijîma îranê pêşxistina karên leşkerî di pişta ye, ne kû xizmetkarîû aşitî ye , ev jî dibe bi metirsî li ser tevahî bizavên rizgarîxwazên gelanî rojhilata navîn.

* Rêkeftin : Bê guman helwêsta emerîka û yekîtî europa li hemberî reftarên rijîma îran ji bona mijara geşkirina wezê otumî ya xwe gelek tund bû , bi gorî we eger îran piroja wezê otumî ya xwe need rewestandin ma gelo emerîka û europa jibona lêdanê wê helwesta xwe bi gurin yan çawa …?

- Qadirî : her rijîmeke dîktetor li cîhanda bidin ber çav jibona me rastîyên wan derdikeve hole ku bi hîç care girîngî û bawerî bi diyalog û giftogo û şûnên wezeyên otumî îranî dûr nine, ji ber ku di salên heştê de carek ji hêla firokeyên cengî Îsraîlê ve hatin bombe baran kirin.

Herwa ji bona rêgirtin li wê siyaseta rijîma îranê , em çareserîya leşkerî bi nizîk nizanin , çunke rijîma îran guh li çi welatekî cîhanî nagirê û ne bi siyasî û ne jî bi giftogo , bi aşkere jî tevahî yasa û xalên destûrî yên navnetewî bi rast nabîneû her dibêje (em karên xwe yên wezê otumî nawestînin û hîç layenekî jî pesend nakin tenê rêxistina wezeya navnetewî ya ser bi (UN)ve , lê belê îro wê rêxistina wezê navnetewînikarîye ti encaman bigirê , ev jî pêwîste ku bi şêwazekî baş hewlî westandinî geşkrina çekên otumî ta ku bikaribin rijîma îran ji xwezyarê wê karî durxînin û ta ku bigerin ser rîya yasa û destûrên navnetewî jibona kemkirin û sinorkirina pêşxistina çekên otumî û ji çekên otumî durxînin.

*Rêkeftin:kak mihemed, di hundirî îrande çi rêxistin hene ku ji gelen îranî pêkhatibin weko –arab-biloc-azerî-kurd- jibona bibin enî û hêz û bersîv li hemberî wa siyaset û kiryarên rijîma îranê …?

Qadirî: Em wek hizbî dîmokrata kurdistanê îranê me hest bi li hevcivandina tevahî hêz û rêxistinên ji despêkêda kirîye ,me dikarî xwe bikin bi fekterî bi bandor jibona pêkhatina enî yan hevpêymanê part û rêxistinên neteweyên îranî,herwa me dikarî li dervayê welat kongirê neteweyên îranî ku ji 7 part û rêxistin pêkhatibû avabikin,armanca wê " kongirê netewyên îran a fêdral bû" jib o îraneke dîmokrat û fêdral, di wê kongirê de berdewamîya kar û xebat bi şêwazeke bê sînor û gelek be hêz bû ,ta îro jî jimara part û rêxistinên ku di kongirê neteweyên îranê de beşdarin bêtir ji 17 rêxistin û partîyane.

Di kongirê de nûnerê Biloc Turkmen Azerî Areb jî hene û di astî navnetewî da jî îdame bi kar û xebatên kongirê didin .herwa em hewil didin ku di dema pêşda hevpeymanek siyasî li gel wan û leyanên siyasî ku di nava cergê kar û xebatê dane li nava îranê de sazbikin. Ji ber ko îro pêwendîyen me bi wanre hene û bi hêzin , ji bona xebateke dîmokrat û fêdral dikarin bêjin ku hizbî dîmokratî kurdistanî Îran roleke mezin û gelek girîng di wan kongire û hevpeymanên ku çêbune de dît.

*Rêkeftin:di wê kongirê da ji bona gelên kurd u netewên dinî îranî we çi çareserîyek guncaw dît yan çawa dibe …?

- Qadirî :weko me gotibû ku di bernamê kongirê da ,çareserîyek guncaw hate hole kû sistemek fêdral û dîmokrat di îranê de pêk were ,evjî baştirîn rengê çareserîye jibona tevahîya gelên îranê.

* Rêkeftin: wun pêwendîyên îran di rojhilata navîn de û bi taybet bi cîranên xwera dostanî û pêwendîyeke gelek bi hêz li gel Sûrîyê û Hemas–û Hizbulahê û hindî tevgerên din da ma gelo wun çawa dinirxînin…?

- Qadirî:Îro îran xwe bi navenda kar ûbarên îslamî dibîne , û destwerdanên xwe jibona welatên cînar didome bi numone di serdema Xumênî de bi bîrdoza (sidorî axlaq) di karî bêtir ji (8) salan li gel Îraqe şer bike, li gel wê de gelek part û rêxistin û milîşîyat çêkirin, her wa siyaseteke gelek zirav bi rêve dibe li hemberî hêzên herêmî û yên navnetewî. Ez dikarim bêjim ku rijîma îranê hewlî ferehkirina siyaseta Îslamî sîyasî jib o ku bêtin bikaribe kar û kiryarên ne rewa bike û piştgîrî li têrorîzmê bike di rojhilata navînû di cîhan de,nimonê wê jî ewe ku alîkarîya –Hemas-Hizibalah-li suodîyê-Yemen-Afganîstan-jibona gişt part û rêxistinên îslamî didome.

* Rêkeftin: Rewşa kurd bi taybetî li îranê çiye …? Li gel diroka partîya dîmokrata kurdistana îranê ta tevgera siyasi li kurdistana îranê çawaye …?

- Qadirî:Di roja 25,ê gelewêje 1945 zayinî de hatîye avakirin ,ku partîya yekê bû li rojhilatî Kurdistan de ,piştî rêxistina (JK) ku di sala 1941,an de hatibû avakirin û di encamp de nave (JK) bi partîya dimokrata Kurdistan îran tê binavkirin ,bi serokatîya pêşewa (QAZÎ MIHEMED) bû serokê komarê Kurdistanku di 2 rêbendanê 1946,an de hatibû avakirin , piştî ku dengeyên siyasî yên navçe û yên welatên hevpeyman li berjewendîyên rijima navendî îran de pêkhatin desthilata navendi hewilî qirkirina tevahî hêz û bizavên rizgarî û azadîxwazên gelanî îran da û serkotkirin . Komara Mihabad ji navbirin û di piştra hizba dîmokrata Kurdistan dikeve nava xebata nihênî ta sala 1979.an dikarî li gel bizava rizgarîye gelanî iranê de rijîma padîşahîyê biroxînin jibona pekanina sistemeke baş û dîmokrat û yeksan û gelî kurd jî mafê xwe bistîne ,lê mixabin we neb û ji berko bandorên ayînî û mezhebî li ser layenên siyasî da zalbûn û zemînê hatina rêberek ya ayînî şîyî . Ev jî siyasetek bi dij gelê kurd û li dijî tevahî gelanî iran bû û bi bervajî ew hemû diruşm û siloganên ku hatibûn gotin derbarê sistema nû yak u piştî şahînşahîya iranê de çêbe .

Partîya me her berdewam bû li ser kar û xebata netewî û ji bona têkoşîneke bê sînor ku mafên rewa yên gelê kurd li kurdistana rojhilat de her li ser astê iranê de jî roj bi roj partîya me hewlî diyalog û danûstandin dab û jibona guhirtina rijîm û avakirina sistemeke nû …lê li hemberî wê kar û xebata me a mezin di pişra rijîma XUMÊNÎ şer bi me firot û dest bi şereke qirêj kir û ew şerajî ta roja îro jî heye û berdewame . ew şer bêtir ji 28 salin didome , û bêtir ji 5000 kadir û dost jîyanên xwe bexit kirine û bêtir li 50000 kes li gelê kurd bune qurbanî siyaseta rijîm. Li gel şehîd kirina . du serokên mezin – Dr.Ebdruhman Qasimlo Dr. Sadiq Şeref Kindî .ku bi şêwazeke ne mirovane şehidkirin herwa rewşa gelê me û bizava siyasî li kurdistana rojhilat de gelek baş bûye û berbi pêşkeftin û encamên erênî ve dice , di roja îro de îrada gelê me gelek bi hêz bûye û bûye bi xwedî armanceke mezin û tekoşîn dike bi dil û can ji bona bi destxistina mafên rewa yên gelê me.

* Rêkeftin: çi partî li kurdistana rojhilat de dixebitin û dîyarin …?

- Qadirî:hizba dîmokrata kurdistana îran heye –komalê zehmet kêşanî Kurdistan,partîya azadî, yekîtî şoreşgeran sazumanîxebat, û çendîn part û rêxistinên dî hene ,lê belê hizba me (hizba dîmokrata Kurdistan ) ji hemayan bêtir xwe xebat û kar ji ber ku avakerê komara Mihabade û yekem partî bû dest bi kar û xebat li kurdistana rojhilat kirîye û ta roja îrojîrola xwe dibîne.

* Rêkeftin:têkilîyên we li gel partîyên kurdistanî li her çar percent kurdistanê çawa ye …?

- Qadirî:têkelî û pêwendîyên me li gel hemû part û rêxistinên xwedî kar û xebat û tekoşîn li her perçeyekê Kurdistan ,û bi taybet li gel partîyên başûr de gelek başin li ser bîngeha ku kes destwerdanî nava kar û barên hev nekin û rêz ji hevra bigrin , pewendîyên me bi şêwazekgerm û bi hêz didomin li gel piranîya part û rêxistinên kurdistanî de, em rêz li destkeftên xelkê me li başur digrin û ta ku bikaribin hewilî paristina wan destkeftên ku li başur çêbûne bikin , çunkê ev destkeft rastîyeke siyasîye jibona tevahîya gelê kurd û dibê were paristinû erkî ser şanê hemû şoreşgerekî ku li her parçeyekî welat da dixebite daye.

* Rêkeftin: wun buyera komkujîya ku li şeva newrozê da li Qamişlo li ser destên hêzên rijîma surî de çê buye çawa dinirxînin,pêwendîya we li gel bizava rizgarîya kurd çawaye…?

- Qadirî:em her hêrişeke ne rewa û metirsîdarli dijî gelê xwe û azadîxwazên xwe napejrînin û bi tundî mehkom dikin û toqandin û koştina xelkên sivîl li kurdistanê karekî dijî bi mirovatîyê ye , lê di mijara pêwendî û piştgîrîya part û rêxistinên kurd li her perçeyekî Kurdistan siyaseta partîya me ewe ku bi gurî rewşa siyasî her partîyekî û daxwazîya wan pêwendî û piştgîrî dikin û rêz jibona sistima her partîyek digrin li gora yasa û desturên navxuyî xwe, herwa em siyaseta rijîma surîyê jî li dijî gelê me rast nabînin û pirotusto dikin.

* Rêkeftin:peyama we dawîyê ji rojnama Elwifaq (Rêkeftin) çi ye …?

- Mihemed Nezif Qadirî:peyama min ji rojnama (wifaq) û gişt kovar û rojnameyên kurdî ewe "ku girêdayî bi rastî tekoşîn û nunerêyetî ziman halî xebat û tekoşîna gelê me bikin , çumkê kurd pêwîstî bi xebateke mezin heye , ji bona di astên navnetewî de çalaktir bikin û bilindtir bikin".

 

www.rekeftin.com -- الوفاق الصفحة الرئيسية 

اخبر صديقك: