|
Li Silêmaniyê: pêşangehek e (fotografî) taybet bi bajarê (Heskîf) yê dîrokî bi rêve çû Mihemed Mehmûd Beşar - Silêmanî: Kar û çalakiyên bi mebesta parastina şûnewarên bajarê (Heskîf) hîn berdewam in. Di (11-12-2007) an de pêşangehek e (fotografî) ku ji (50) wêneyên şûnewarî pêk hatibû ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurd (E.K.K) li Silêmaniyê bi rêve çû. Wêneyên pêşangehê şûnewarên giring û balkêş yên bajarê (Heskîf) nîşan didan.
Pêşangeha (fotografî) ya ku li jêr navnîşana ( Ba Heskîf binasîn) li bajarê Silêmaniyê bi rêve çû du rojan berdewam kir.
Herwisa dê ev pêşangeh li çend bajarên din jî yên başûrê KURDISTAN çê bibe.
Bi mebesta bi destxistina pêzanînên bêtir di derbarê vê pêşangehê de me ev hevpeyvîn bi rêzdar (Mezlûm Mistefa) re çê kir.
- hûn dikarin xwe ji xwendevanan re bidin naskirin? Ez ( Mezlûm Mistefa) karmendê Enstîtuya Kelepûrê Kurd (E.K.K) beşê kurmanciya jorîn.
- armanca we ji vê pêşangehê çi ye ? Armanca pêşangehê ew e ku serwet û samanên KURDISTANê yên dîrokî bide naskirin.
(Heskîf) li searnserê cîhanê bi navûdeng e , ji ber vê yekê li gelek welatên cîhanê bi taybetî li welatên Ewropa û Emerîka û herwisa li Tirkî û bakûrê KURDISTAN jî xwepêşandan û çalakî bi rêve çûn û ta niha jî bi rêve diçin bi mebesta parastina (Heskîf).
Di encam de pirojeya dewleta tirk du salan hate rawestandin , paşê hikûmeta tirk dîsan destpê kir , sala par li karê xwe vegeriya û heya niha berdewam e di avakirina bendavê de.
Heger ew bendav (baraj) bê avakirin dê ev serwet û samanên dîrokî di bin avê de bimînin.
Dîroka vî bajarî bi hezarên sala ne , li gor jêderên dîrokî dîroka (Heskîf) ji (12-15) hezar sal dirêjahiyê dikêşe.
Ji ber giringiya dîrokî ya (Heskîf) û metirsiya ku îro li ser vî bajarî heye , me xwest em raya giştî ya başûrê KURDISTAN ber bi giringiya serwet û samanên dîrokî yên Kurdan bikişînin. Ji ber ku ne bi tenê petrol û neft serwet û saman in ji miletê Kurd re. samanên dîrokî jî pir giring in , em dikarin bibêjin ji petrol û neftê jî giring tir in.
Birêz (Mezlûm Mistefa) di dawiya axaftinên xwe de daxuya kirin ku ev pêşangeh wê ne bi tenê li bajarê Silêmaniyê bi rêve biçe , lê belê dê di (27)ê vê mehê de li bajarê Dihokê jî bi rêve biçe û herwisa dê di demek e nêzîk de li Hewlêr û Kerkûkê jî ev pêşangeh bi rêve biçe.
|