|
Çav Ebdilmecît Şêxo (1) Eger tu bê mal î, bê war î, bê Dilber î, bê heval û welat î !! WERE ! Nermik..... Nermik di kenara çavekî min de, holkekê ji darên gûzê ji xwe re AVA BIKE !
(2)
Dar
Payîzê !
Çima tu li pir welatan salê carekê dibî mîvanekî xwînsivik ? Lê tu salê ÇAR CARAN bi xûngiranî min şilftaaaazî dikî ????
(3)
Bext
Kî dibêje; ez diçim her derê ? Kê got; ez dikevim her malê, tenê ez dibim hevalê dilxwezan ?? Ma hûn jî weke min KOR IN ???
Almaniya, 2006
|