Dastana Şêx Ma`şûqê Xiznewî

Besam Mistefa

 

Ey şêx Ma'şûqê Xiznewî

Wey rêberê ol û dewlet

Ey zanayê dîn û hem dunyewî

Tu Kurd bû ev bû tuhmet !

                    *

Ey şêx Se'îdê demê

Te j'xew kirin şiyar em

Ey tîra serê rim ê

Te em kirin însan em !

                    *

Ey şehinşahê bê tac

Et Rustemê kurê Zal

Eniya bilind wekû 'ac

Ax û ax û nale nal...

                    *

Ey şêx Ma'şûqê dîndar

Te sax kir Şêx û Qazî

Nikarin te ew bi dar

Vaye têt serfirazî

               *

Ey teyrê fireh çeng

Wey Nemrûd û Herekol

Ey leheng ê şer û ceng

Wey şêrzadê di bîngol

               *

Ey lawê Zab û Xabûr

Xanêxanan û şêxan

Netirsa tu j'hedê şûr

Xaç û daxan û mîxan

              *

Ew dest û laşê tahir

Bêmirêsan bêmirês kir

Hemî durr û cewahir

Zikreşan binpê dikir

               *

Her ku ewan lê dixist

Çol û çiya digiriyan

Agir ewan vêdixist

Di dilê bav û diyan

               *

Her ku mûyek hildikirin

Ji wê riha pak û tahir

Ewa agir gur dikirin

Nizanin çi ye agir ?!

              *

Ew miwên ku radikirin

Ala welêt pê di dirûn

Her ku wan ew radikirin

Riwê ezmên dibû xûn..

               *

Her ku mûyek radikirin

Şehîdik pê sax dibû

Av ku bi te dadikirin

Pakrewanek radibû

              *

Ew 'ilm ê teyî mezin

Bê havil bû ji bo wan

Tu Kurd bû mane zanin

Ey şêxê bazê Kurdan

               *

Tu Kurd bû şêxê Kurdan

Ji çavsoran re xêzek sor e

Li nik wan pîs û qirdan

Kurd nabe bêyî gore !!

               *

Tiwî serok û serwer

Ji boyî me derwêşan

Zêr û mircan û gewher

Saxkerê kerb û êşan

               *

Dilê te ey dil mezin

Hembêz kir dîn û dewlet

Hero hero hin bi hin

Nêzîk kir t'ji me dewlet

               *

Ne wek te Şêxê sen'an

Xandimdim ê çengzêrîn

Ne Şêrko û ne Geylan

Ne Ferhad ê di Şêrîn ..

               *

Nezan ku dikujin zana

Li vê dema bênamûs

Zanim te tif kir wana

Pîs û gend û bênamûs

               *

Dengvedan tolê dixwaze

Balindeye xwe li nêv singa me dixe

Vaye canê te di gaze ....

Sîlake xwe li bin guhê me dixe

               *

Xanî .. Feqe ...û Cizîrî

Tev şiyar bûn ji xewa xwe

Hatin derve bi girî...

Da silavkin şêxê xwe ...

               *

Şêxê jîndar bo wan got

Negirîn ! Mêrxas na girîn

Ewî dilê wan pê sot

Hîn bêtir wan da girîn

               *

Jê re gotin : ev çi ye ?

Ka rî û şaş û cubbe !

Jê re gotin : ev çi ye ?

Ka zend û mil û qubbe !

               *

Tev bûn fidayê welêt

Lew ez mame bê kiras

Neviyên 'omer kurên Zêd

Bi min kirin ev çiqas !!

               *

Zêr î zer î tu seyda

Li jêr û jor zemîn î

Tê bê li cejn û 'eyda

Ey lawikê Metîn î

               *

Her sal roja Newrozê

Wê diyar be canê te

Ji bîr nakin vê dozê

Ta roja hatina te

               *

Te gul anî li ber me çand

De avê bidinê te got

Erdê xwîna te mijand

Ew bû ew gula me got

               *

Berê Seyda gotibû :

"Xwîn narije badîhewa "

Wî jî ceger sotibû

Kew bû li nêv mêkewa

               *

Şêxê min ! Şêxê şêxan

Tu sax î qet namirî

Tiwî serdarê şêxan

Mûm î ! qet venamirî

               *

Te ol û dîn paqij kir

Ji fen û fûtên dizan

Te Islam bi ronahî kir

Li nêv xaka Kurdistan

               *

Te got : olek 'alemî ye

Ev dînê pak û temîz

Ji bo gelan hemî ye

Ev dînê zîzî ezîz

               *

Te got : roja we bihîst

Ciyê Kurdan tê nîn e

Zanibin tev bûye lîzk

Ji lîzkan dûr ne mîne !

               *

Ey Şêxê Kurd ê serfiraz

Wa ye al l'te pêçan

Ey tabûta tije raz

Têşe îro dil û can...

               *

Şêxê min wey dilê min

Evê bibhîze û şa be :

Ne dîn davên canê min

Ne jî dewlet ...de rabe !

     *      *      *

 

www.rekeftin.com -- الوفاق الصفحة الرئيسية 

اخبر صديقك: