Şevek  helbestê di mêvandariya koçika qamişlo ya çandeyî de

 Di berdewamiya karê xwe de koçika qamişlo ya çandeyî di şeva 3/7/2008ê de  û bi amadebûna gurûpek xweşnoşên helbestê û hin ji helbestvanên kurd li bajarê qamişlo şevbiwêrkek ji helbestê re terxan kir bi mêvandariya helbestvan mamoste lewend dalînî (seyf dawûd ) şevbêrkê dest pê kir bi gotina bixêrhatinê ji bal pêşkêşkarê koçikê ve û dêmekerawestan bêdeng li ser giyanê pakrewanê gotina azad û hemî mamoste û karmendên toreya kurdî yên nesax û bi taybetî seydayê keleş yê ku ew roj di kete roja bîranîa yekemîn ji  koçkirina wî de mamoste seyf dawûd  yê ku bi xwendina helbestên xwe yên corecor dergihekî giftû goyê ber fereh ji amadeyanre vekir.   

Mamosteyê helbestvan piraniya demê kiribû gengeşe bi amadeyan re û navenda danûsitandina wan yak bê par nema ji tinaz û henekan li dora hin xalên sereke bûn û li ser zimanê van mamoste yên jêrîn

1/mamoste helbestvan hiyam ebdulrehman : û têkiliya wê li dor bi zarve anîn û xwendina helbesta  rêzbend û nûjen bû

2/mamoste hlbestvan şivan silêman : şîrovekirina nehênîbûn û tarîbûna gotinê di helbesta nûjen de û xwe jê vedan ji karanîna gotinên çewte civagî ji rêzgirtinê ji civakê re

3/Dr.sîrac : şîrovekirin li der dorê helbesta kurdî ya kevnar û nexwiyana wê di warê sîkolocî  de emaşaristania îro de ku zemîn bûye gundekî biçûk , û hêjî helbesta milletê kurd ya dîrokdirêj ne xwyaye .

4/ mamoste helbestvan dildarê aştî : xwendina gotinê û pir watekirin di helbesta nûjen de û rêtma helbesta rêzbend û taybetmendiya xwendina helbestê pirtir ji guhdarî kirin ya ku bihtir mirov tê dighê daxwazê.

5/mamoste ebdulxefûr : cîwaziya hijêkirinê di navbera helbesta Kevin û ya nû de li cem helbestvanên kurd .

6/ mamoste sedîq şernexî :cudahiya xweşnoşiyê û karpê înana rexnevedanê li cem guhdaran .

7/ mamoste helbestvan ciwan nebî : derbaskirina her gotinê di helbestê de bê qedexe kirin ji çi gotinan re .

Û ji bilî wan jî gelek têkiliyên bi mifa û xweş hatin kirin û mamosteyê mêvan lewend dalînî jî bi kêfxweşî bersiv li hemî têkiliyan da û bi sipasiyên hemiyan şev bi dawî hat û ta şeveke dîtir û şêweyekî dîtir ji wêjeya kurdî win vexwendî koçika qamşlo ya çandeyî ne

 

qamişlo 4/7/2008

koçika qamişlo ya çandeyî

k.qamislo@gmail.com

 

 

www.rekeftin.com -- الوفاق الصفحة الرئيسية 

اخبر صديقك: