|
Di salvegera bîstemîn de, şehîden Helebcê hatin bibîranîn
Hewlêr/Hesen Eli/FPZ--- Di bîstemîn salvegera kîmyebarankirina Helebcê de, li hemu herêma Kurdistanê û li paytexta Kurdistanê jiyan ji bo rêzgirtina bîranîna şehîdên Helebcê 5 deqîqe rawestiya. Li paytext Hewlêr jî, ji sibêha zû ya evro pêve, li hemû deran strana Şivan Perwer ya bo bîranîna şehîdên Helebcê hate bihîstin. Wekî tu caran nayê jibîr kirin, li sala 1988an 16ê Adarê, balafirên rejîma Sedamî bajarê Helebcê liber sînorê Îranê bi çekên kîmyewî bombebaran kiribûn û di encama gazên jahrê de zêdetirî pênc hezar Kurd, zarok û kal û pîr û jin têde, hatibûn qetilkirin. Rejîma Sedamî û rejîmên herêmê gelek hewl dabûn ku vê qetlîamê veşêrin, lê di dawîya dawîyê de berpirsiyarê pêkanîna vê qetlîamê Elî kîmyewî ji ber vê jênosîda Kurdan û ji ber tawanên dîtir yên şer, di dadgeha bilind ya Iraqê de hatibû darizandin û siza li sêdarê danê hatîye dan. Siza Elî Kîmyewî hêşta jî nehatiye pêkanîn. Di bîstemîn salvegera qetlîama Helebcê da, wekî li hemû deverên Kurdistanê, li paytext Hewlêr jî, vê sibê saet 10:55 de, bi sînyaleke navendî, jiyan bo bîranîna şehîdan rawestiya, hemû trompelên agirkuj û yên polîs û leşkeran bo 5 deqîqe sîren lêdan, hemî hemwelatî li kolanan bo rêzgirtina şehîdan rawestiyan, hemî sazgehên hikumî û sîvîl bo 5 deqîqe kar rawestandin û bo rêzgirtinê ser piya rawestiyan.
Wekî hemû gelê Kurdistanê, pêşmergeyên Kurdistanê jî bi hîskirina êşa şêhîdan, evro saet 10:55 de li rêzgirtinê bi bêdengî rawestiyan. Di baregeha Fermandeya Pêşmergeyên Zerevanî yên Kurdistanê de jî, rewresmeke rêzgirtinê hate lidarxistin. Fermandê Fermandeya Pêşmergeyên Kurdistanê Lîwa Azîz Weysî, cegirê fermandê Lîwa Dilşad û yarîderên fermandê Lîwa Şêrko, endamên desteya rêvebirina Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî yên Kurdistanê û hemû efser û piledar û pêşmergeyên di baregahê de, li meydana baregahê, 5 deqîqe bo rêzgirtin û bibîranîna şehîdên Helebcê bi bêdengî rawestiyan. Em jî weke malpera Zêrevanî, şehîdên Helebcê bibîrtînin û bi bêdengî rêz digrin û bejna xwe di tewînin li ber hemû şehîden Kurdistanê.
|